​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dawiya serçeteyên DAIŞ`ê heman e

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Qerşî, rewşa Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dawiya serçeteyên DAIŞ`ê heman e
4 sibat, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-BEXDADÎ Û EL-QERŞÎ; HEMAN RÊ Û HEMA AQÛBET’

Girêdayî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Qerşî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel nîşaneyên zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê, DYA`yê duh serçeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Îbrahîm El-Qerşî di operasyonekê de li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kuşt.

Li gorî amerîkiyan, El-Qerşî ku navê wî yê rastîn Emîr Ebdurehman El-Mewle ye, li herêmeke li nêzî bajarokê Atma li nêzî sînorên Tirkiyê xwe teqandiye, piştî ku hêzên komando yên Amerîkayê cihê lê xwe veşartî, dorpêç kir.

Beriya du sal û nîvan, li devereke din a Idlibê li nêzî sînorên Tirkiyê Ebû Bekir El-Bexdadî bi heman rêbaza El-Qerşî hatibû kuştin.”

‘EL-SEDR BANG KIR KU IRAQ JI ŞEREKÎ HERÊMÎ BÊ DÛRXISTIN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê şîe yê Iraqê Muqteda El-Sedr duh bang kir ku Iraq ji şerekî herêmî yê xeternak bê dûrxistin, piştî hedefgirtina dewletên Kendavê bi hinceta normalîzakirina têkiliyan bi Îsraîlê re yan jî şerê li Yemenê. Her wiha destnîşan kir ku ew qebûl nakin, Iraq bibe dika êrişên li ser dewletên cîran û herêmî.

Piştî ku komeke şîe ya çekdar ragihand ku ew êrişa dronan li dijî Îmaratê ye, El-Sedr ev bangewazî kir.

El-Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê got ew jî dixwazin şerê li Yemenê raweste û li dijî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re lê qebûl nake ku Iraq bibe dika êrişên li dijî dewletên cîran û herêmî.

Her wiha bang li hikumetê kir ku bi awayekî cidî bi êrişkaran re mijûl bibe.”

‘METIRSIYÊN VEGERA PARÇEBÛNA HIKUMETÊ LI LÎBYAYÊ’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El-Itîhad wiha nivisî: “Endamên parlamentoya Lîbyayê metirsiyên xwe têkildarî avakirina hikumeteke nû bêyî ku lihevkirinek li ser nexşerêyê hebe, anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ev yek dê parçebûnê ji nû ve çêke.

Analîzvanê siyasî yê lîbyayî Ehmed El-Mahdewî daxuyand ku parlamentoyê tu şert danenî ku hikumeta nû pabendî nexşerêyê be. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Wihda El-Wataniye li pêşiya lidarxistina hilbijartinan bûye astengî.

El-Mehdawî diyar kir ku redkirina hikumeta Wahda El-Wataniye, radestekirina desthilatê ev tê wateya ku li Lîbyayê 2 hikumet hebin û got: “Heke hikumeta nû ava bibe, dê hewl bide ji aliyê civata navneteweyî ve were naskirin. Heke kesayeteke siyasî û leşkerî bû serokê hikumetê, dê bikare hikumeta xwe li ser aliyên navneteweyî ferz bike.”

(şx)