​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
4 sibat, 2022   12:12
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan.

Rêber  Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.