Piştî îmzekirina peymana gihandina kehrebeyê gelo dê lubnanî ronahiyê bibînin?

Lubnan û Urdinê peymanek îmze kir ku dê pê enerjiyê di ser Sûriyê re veguhêzin Lubnanê. Lê gelo astengiyên projeyê yên aborî û siyasî çi ne? Gelo dê tarîtiya ku lubnanî bi salan e tê de ne, ronî bibe?

Piştî îmzekirina peymana gihandina kehrebeyê gelo dê lubnanî ronahiyê bibînin?
4 sibat, 2022   08:44
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş de li avahiya Wezareta Enerjiyê ya Lubnanê wezîrê enerjiyê Welîd Feyad wiha got: "Dê peyman 250 MW kehrebeyê ji Lubnanê re dabîn bike û bi hevkariya Urdin û Şamê ye. Ew peyman tenê li benda peymana dayîna pereyan (qerzan) ji Banka Cîhanê re ye. Li kêleka wê jî Lubnan xebata li ser îmzekirina peymana kişandina gazê ji Misirê dike."

Li aliyekî din jî wezîrê Urdinê da zanîn ku îmzekirina peymanê "di rewşeke hestiyar a Lubnanê de" pêk hat û perspektîfên siyasî yên Urdinê ew in ku hevkariyeke giştî bi Lubnanê re were kirin.

Li gorî peymanê, faîza kehrebeyê ya Urdinê dê ji Lubnanê re were şandin, Lubnan dê yekser lêçûna wê bide Urdinê û dê Sûriye jî li gorî miqdara veguhastina kehrebeyê pereyan bistîne û dê Lubnan 12 cintan ji bo her kîlowatekê bide.

Ev lêçûn, ji lêçûna derxistina kehrebeyê li Lubnanê kêmtir e ku her kîlowatek nêzî 20 cintan lê diçe. Ji ber ku Lubnan sotemeniya giran bi kar tîne û azara pêşketina kargehên xwe û lawaziya kalîteyên wan dikişîne. Di heman demê de jî Urdin kehrebeya xwe ji gaza xwezayî ku ji Misirê tîne, derdixe û ew jî hem erzan hem jî paqij e.

Tê texmînkirin ku lêçûna giştî ya projeyê ya salane di navbera 200 heta 300 milyon dolar de ye û dê deynê wê ya sala yekê Banka Cîhanê bide.

Lê pirsgirêka girîng ew e ku heta Lubnan peymana fînansekirinê bi Banka Cîhanê re îmze neke, dê ev peyman nekeve pratîkê. Bank parastina neyekser ji tevahî aliyên peymanê re dike û tu cezayên Qanûna Qeyser a Amerîkayê li hember kesên dan û standinê bi hikumeta Şamê re bike, nayên ferzkirin. Ji ber ku heke bank rastî cezayan were tu qerzan nade.

GELO PEYMANÊN KEHREBEYÊ DÊ KRÎZÊ ÇARESER BIKIN?

Têkildarî mijarê, berpirsa payebilind a herêma Rojhilata Navîn a peymangeha birêvebirina daneyên xwezayî Laurie Haitian got heke Lubnanê kehrebe ji derdora xwe wergirt, gaveke baş e, lê ev yek pirsgirêka kehrebeyê çareser nake.

Laurie Haitian ji ajansa me re wiha got: "Ev proje dê tenê 2 saetan li kehrebeyê zêde bike û lêçûna wê 200 milyon dolar e, dê wek deynan ji Banka Cîhanê be. Di encamê de ev peyman demkurt e û ji bilî planeke mayînde dê lêçûneke zêde bixwe. Ev yek dişibe plana keştiyan."

Lê têkildarî mijara îmzekirina peymana kişandina kehrebeyê ji Urdinê û gazê ji Misirê ber bi Lubnanê ve bi rêya Sûriyê, derfetên zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê di Adara bê de ku wezîrê enerjiyê Welîd Feyad soza wê daye, çavkaniyên ji Wezareta Enerjiyê da zanîn ku pirsgirêkên lojîstîk û sererastkirina toreyan di parêzgeha Dera re derbas dibin, pêk hatin.

Çavkaniyan da zanîn ku derengmayîna kişandina kehrebeyê ji Lubnanê re vedigere sedemên madî ku divê Lubnan lêçûnên sererastkirinê bide Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê. Hikumeta Şamê li benda pereyan e ku ziyanên din sererast bike.

HINARDEKIRIN DI DAWIYA SIBATÊ YAN NÎVÊ ADARÊ DE YE

Girêdayî mijarê wezîrê petrol û dewlemendiya hesin a Misirê Tariq El-Mela li ser pêşdeçûnên hinardekirina gazê ji Misirê ber bi Lubnanê ve bi rêya Sûriyê axivî û da zanîn ku tu pirsgirêk li hember vê projeyê tune ne, tenê mijar girêdayî demê ye.

El-Mela ji kanaleke misirî re wiha got: "Şîrket xebata sererastkirina xeta gaza erebî ya li bakurê Lubnanê dikin. Tê payîn ku di dawiya Sibatê de bi dawî bibe û em hêvî dikin ku tedbîrên hinardekirina gazê ji Lubnanê re di demeke nêz de bi dawî bibe."

El-Mela da zanîn ku tu astengî derneketin, tenê mijar dem e û wiha domand: "Li ser tevahî bendan bi hemû aliyan re hate lihevkirin û pêvajoya mayî ya niha merheleya kaxizan e."

El-Mela îşaret bi merheleya mayî kir û got tenê peyman li ser kaxizan çêbe ku li gorî qanûnên her dewletekê be.

Li gorî malpera ‘El-Qahîre 24’, El-Mela texmîn kir ku xet bi dawî bûye û di dawiya Sibatê yan nîvê Adarê de gaz were hinardekirin û wiha pê de çû: "Xebat baş diçe û tu pirsgirêkên girêdayî Kongreya Amerîkayê yan jî xaka Sûriyê tune ne."

El-Mela da zanîn ku hinardekirina Misirê ji gazê re bandorê li lêçûna herêmê nake û wiha pê de çû: "Bi pêşketina enerjiya nû û nûjenkirî re dê rêjeya lêçûna me ya herêmî kêm bibe û pîşesazî û aliyên xwedî mîqareke mezin bikevin şûna wê û pîşesazî niha geş dibe."

Washingotinê berê gelek peyam bi rê kirin ku proje ji cezayên Qanûna Qeyserê bê par in, di demekê de Misir bang dike ku belgeyeke fermî hebe ku garantiya mayînde û pratîkî ji bo projeyê wergire.

Li gorî daneyên saziya navneteweyî ya agahiyan, zirarên Lubnanê yên beşa kehrebeyê ji 1992’yan heta 2020’an nêzî 38 milyar dolar e anku nêzî ji sedî 40 ji deynê giştî ye.  Ew yek jî ji ber gelek sedeman e; xerckirina ji toreyê, nedayîna pereyên fatoreyan û destekdayîna danasîna kehrebeyê li gorî bihayê budçeya fermî. Wê yekê jî hişt ku saziya kehrebeyê ya Lubnanê gelek ziraran bike, bi taybet lîreyê Lubnanê ji sedî 90 nirxê xwe winda kir.

AZARÊN NÛ Û YÊN KEVN

Krîza kehrebeyê gefan li jiyana welatiyan di malên wan de dixwe, lê ya herî kirêt nexweşên li nexweşxaneyan jî rûbirûyî azaran e. Her wiha şênî dibezin kolanan da ku jêdera kehrebeyê ji zarokên xwe re peyda bikin ku azarên bêhntengiyê dikişînin. Ev rewşa nexweşxaneyan bi krîza kehrebeyê re ye.

Li nexweşxaneyan, divê welatî ewlehî û baldariyeke guncaw ji bo parastina silametiya xwe wergirin. Lê rewş ne baş e. Ji rewşên tirs xistiye nava lubnaniyan, nepeydakirina kehrebeyê di gelek nexweşxaneyan de ye. Nexweşxane li hember dabînkirina baldariyeke guncaw ji welatiyan re bêçare ye ku alavên xwe mîna yên nefesê û hwd bixebitîne.

Ev krîz derengxistinê tehemûl nake, ji ber ku jiyana welatiyan di bin gefan de ye, bi taybet li cem gelek nexweşxaneyan tu depokirina mazotê tune ye ku kehrebeyê ji zêdetirî 3 saet an 4 saetan bide. Gelek nexweşxaneyên biçûk û mezin azaran dikişînin û hêvî di pêkanîna soz û dabînkirinê de ne ku herî kêm, weke merheleya destpêkê bi mîqdareke mezin mazot were dabînkirin. Ji ber rewş bendewariyê tehemûl nake û welatî nikarin zêde paşguhkirinê tehemûl bikin.

(fr)

ANHA