KCK: Divê hemû gelên cîhanê bibin xwedî helwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku welatên ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirine, Rûsya û Iraq hevparên van êriş û kuştinan in. KCK'ê da zanîn ku tu êriş nikare gelê Kurd bêzar bike û bang li hemû gelên cîhanê kir ku bibin xwedî helwest.

KCK: Divê hemû gelên cîhanê bibin xwedî helwest
3 sibat, 2022   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK'ê, sivîl û şervanên di encama êrişê de şehîd bûne bibîr anîn û ji kesên birîndar bûne re şîfa xwest.

SEDEMA ÊRIŞAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ev êrişên dewleta Tirk îfadeya herî şênber a dijminahiya gelê Kurd e û got:“ Sedema bingehîn a vê yekê tirsa ji Kurdbûna azad e ku ji bo Bakurê Kurdistanê bibe mînak e.“ KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Vê yekê dibîne ku eger li Rojava rêveberiya xweser hebe, nikare li Bakurê Kurdistanê kolonyalîzma qirker bidomîne. Ji ber vê yekê li kûderê destkeftiyên Kurdan hebe, êrişî wir dike. Sedemek din a van êrişan jî ew e ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê hewl dide xwe li ser piyan bigre. Difikire ku bi dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan şovenîzmê gur bike, di vê rewşê de dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Dema ku tirsa windakirina desthilatdariyê bi dijminatiya Kurdan re tê li cem hev, bi fermana şefê faşîst Erdogan ev êriş pêk tên. Ji xwe her roj Erdoganê faşîst dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan bi aweyek vekirî tîne ziman. Sedema din a van êrişên hemwext jî, piştî daxuyaniya civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê bû. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê timî bi gotinên min wiha derbe li PKK’ê xist û min xilas kiriye, li gel van axaftinan dîtin ku daxuyaniyek xurt û bi îrade ya ku têkoşînê bilind dike derket pêşberî wan, bi vê yekê dîn û har bûn.“

GELÊ KURD LI HER DERÊ LI SER PIYAN E

KCK’ê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd a li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî xiste asta têkçûnê û wiha pê de çû:“Tevî hemû êrişan gelê me li derveyî welat, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başurê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Ewropayê li dijî polîtîkaya şkandina îradeyê ya faşîzmê, berxwedaneke dîrokî nîşan da. Gelê Kurd li her derê li ser piyan e. Li aliyê din êrişên li hemberî gerîla rastî berxwedaniyek fedayî hat û hetin şikandin. Dema ku Komîteya Navendî ya PKK’ê encamên van hemû rastiya berxwedanê aşkera kir û helwesta Kurdê azad wê ji niha û pê ve çawa be. Faşîzma AKP-MHP’ê hişê xwe winda kir û êrişî Mexmûr, Şengal û Rojava kir. Cihê ku êriş kiriye jî cihên ku sivîl lê dijîn e. Vê yekê armanc kirin ku gel bitirsînin û serî bi tewînin. Armanca êrişa li ser Mexmûr, Şengal û Rojava ev e.“

PDK DIXWAZE ÊRIŞAN REWA BIKE

KCK’ê, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku PDK dixwaze van êrişan rewa bike û got: “PDK propagandaya li gorî dewleta Tirk dixwaze dike û dibêje, êriş ne li dijî sivîlan pêk hatiye û li dijî hêzên leşkerî pêk hatiye. Dewleta Tirk timî êrişî cihên ku sivîl lê dijîn dike, PDK jî amûrên wê yên propagandayê ne.“

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê got ku taybetmendiya hevpar a Şengal, Mexmûr û Rojava berxwedana fedaî ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê ye û di têkbirin û paşvebirina DAIŞ'ê de roleke bingehîn lîstin û got: "Di şerê li dijî DAIŞ'ê de, Rojava 12 hezar şehîdên xwe hene. Şengal bi sedan, Mexmûr bi dehan şehîd dane. Bê guman gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di berxwedana gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê ya li dijî DAIŞ’ê de li kêleka wan rawestiyan. Vê berxwedana gelê me bi hêzên xwe yên xweparastinê re rê li dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava girt. Bi vê berxwedanê nehiştin Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn bikeve destê DAIŞ’ê. Nehiştin ku DAIŞ bibe bela serê hemû mirovahiyê. Hêzên xweparastinê yên li Rojava, Şengal û Mexmûrê gel bi xwe ye. Hêzên xweparastinê ji gel veqetandin, tişek şaş e. Êrişa li ser hêzên xweparastinê, êrişa li ser gel e. Êrişa li ser QSD’ê êrişa li ser gel e. Di vî warî de hêzên xweparastinê yên ku ne tenê gelê sivîl, li Şengal, Mexmûr û Rojava jî li dijî DAIŞ’ê û her cure êrişan diparêzin rewa ne û li dijî êrişên li dijî van hêzan jî divê li ber xwe bidin.“

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku welatên ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirine, Rûsya û Iraq hevparên van êriş û kuştinan in. KCK’ê bibîrxist ku qada hewayî ya Rojava ya DYA û Rûsyayê ye, Şengal û Mexmûr di bin kontrola DYA’yê de ne. KCK’ê diyar kir ku Iraq jî weke dewleteke serwer ji vê qada hewayî berpirsyar e, li cihê hatiye bombebaran din ala Iraqê jî hatiye parçekirin.

Bi domdarî KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “ Hêzên Koalîsyonê, bi taybetî DYA, destûrê dide balafirên şer ên Tirk ku hevkarê yekem ê DAIŞ’ê ye, êrişî gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê yên li dijî DAIŞ’ê û hêzên wan ên xweparastinê dikin, bikin. Di êrişên li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê de heta niha gelek komkujî hatine kirin.  Bêdengî û helwest ne nîşandana DYA, Rûsya û hemû hêzên koalîsyonê hevkariya van êrişan e. Hevkarê van komkujî û kuştin in. Ev helwest êdî tam bêexlaqiyeke siyasî ye. Di dema ku dewleta Tirk êrişî gelê Rojava, Mexmûr û Şengalê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin; Bêdengiya kesên ku dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne, wê weke mînaka herî zelal a bêexlaqiya siyasî bikeve dîrokê. Ji van hêzan dipirsin gelo hûn alîgirê wan in ku li dijî DAIŞ‘ê şer dikin yan li gel DAIŞ‘ê û hevalbendên wê ne.“

DIVÊ GELÊ CIHANÊ RABE LI SER PIYAN

KCK’ê anî ziman ku divê tevahiya gelê cîhanê li dijî êrişan bertekên xwe bînin ziman û rabin li ser piyan. KCK’ê wiha got:“ Li hemberî vê rastiyê ne tenê gelê Kurd û dostên wan, divê hemû gelên cîhanê, kesên demokrat, rewşenbîr, hunermend û kesên xwedî wijdan û exlaq in, li dijî Tirkiyeyê û DYA, Rûsya, welatên Ewropa û Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike, bibin xwedî helwest û rabin li ser piyan. Ev helwesta ku wê pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire, divê li her derê were pêşxistin. Ger wiha nebe hêzên li pişt dewleta Tirk a faşîst, qirker, kolonyalîst wê xwe veşêrin û ev jî wê cesretê bide êrişên dewleta Tirk.

Divê gelê me û hemû dostên wan li her derê li dijî êrişên dewleta Tirk ên ku bi armanca tepisandina gelê Kurd li her derê rabe li ser piyan.  Dema ku li dijî dewleta Tirk di nava têkoşînê de ne, divê li hemberî meşrûkirina van êrişan a PDK'ê jî helwesta xwe ya vekirî nîşan bidin.

Dewleta Tirk çiqasî êriş bike jî nikare gelê Rojava yê xwedî 12 hezar şehîdan û bi deh hezaran birîndaran ji têkoşînê dûr bixe. Zarokên Dewrêşê Evdî yên ku Şengal neterikandin, li hemberî êrişa çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û Şengal rizgar kirin, wê li hemberî van êrişan serî natewînin û nikaribin dest ji têkoşîna xweser a Êzidxanê berdin. Tu êriş nikare wargeha şehîdan, Mexmûrê ku di her malbatê de şehîdên wê hene bêzar bike û nekare hêviyên wan ên ji bo Kurdistana azad bişkîne. Ev êriş wê hişyarî û hêrsa gelê me bilind bike û bibe sedema mezinkirina têkoşînê.

Em weke Tevgera Azadiya Kurdistanê timî li gel, gelê xwe yê Rojava, Şengal û Mexmûrê ne. Em di têkoşîna wan ya azadiyê de serkeftinê dixwazin.“