Li Tirbespiyê û Hesekê şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û deverên li başûrê kantona Hesekê, şehîdên Pêngava Gurzê Gelan oxir kirin. Şêniyan di merasîma oxirkirinê de, destnîşan kir ku têkoşîna wan li hember terorê  û kesên hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin, berdewam e.

3 sibat, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan Mihemed Nûr Îbrahîm, Casim El-Şêx, Elî Hemdeles, Hemam El-Hewar, Mihemed Xelef (Baz Qamişlo)li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê oxir kirin

Li navçeyê ji bo şehîdan, şîn hat ragihandin. Şêniyan dikanên xwe girtin û sazî jî hatin girtin.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hikmet El-Hebîb axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Wan ji bo gelê herêmê li hember terorê li ber xwe da û nehiştin ku li herêmê careke din belav bibe.”

El-Hebîb destnîşan kir ku bi saya vîna gelên azad ên xwedî li hêzên leşkerî derketin, planên DAIŞ û alîgirên wê bi bin ketin.

Ji fermandarên QSD`ê Nezîr Abdullah axivî û soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê ji terorê da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha di merasîmê de malbatên her 5 şehîdan axivî û soz dan ku rêya şehîdên xwe temam bikin û armancên wan pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan veşartin.

HESEKÊ

Şêniyên deverên li başûrê Hesekê cenazeyên 3 şehîdên QSD`ê Ferhan Mihemed El-Mistefa, Macid Silêman El-Etiye, îdan Mihemed Hemed li goristana şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Ewde El-Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Ewde El-Hisên soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû axa Sûriyê ji destê dewleta Tirk da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed wesîqeyên şehadetê yê her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan li goristanê hatin veşartin.

(şx)

ANHA