Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nû kir

Şêx û rûspiyên êlên kantona Girê Spî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî planên derxistina fitneyan û têkbirina hevgirtina pêkhateyan piştrast kir.

Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nû kir
3 sibat, 2022   13:50
EYN ÎSA

Rûspiyê êla El-Bû Esaf, Hemed El-Xeracê li ser navê rûspiyên êlên kantona Girê Spî, piştî civîneke girtî bi hevserokê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, Mihemed Şahîn û rêveberiya Kantona Girê Spî re, daxuyaniyek da.

Şêx û rûspiyên êlan di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku parastina axa Sûriyê li hember planên dagirkeriya Tirk dike, nû kir."

Rûspiyan êlan êrişên dewleta Tirk a dagirker bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Hesekê û bûyerên dawî yên ku ji aliyê dijminên projeya rêveberiya xweser ve hatine plankirin ve, girê dan.

Di dawiya daxuyaniyê de, piştgiriya xwe ji rêveberiya xwe û hêzên xwe yên leşkerî re nû kir û hêvî kir ku ji bo gelê Sûriyê aramî û istîqrar pêk were.      

(dx)

ANHA