Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
3 sibat, 2022   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.