Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Gurzê Gelan şîn hat ragihandin

Li navçeya Dirbêsiyê ji bo şehîdên Gurzê Gelan şîn hat ragihandin. Ji bo lidarxistina merasîma oxirkirina cenazeyên 7 şehîdan, dikardarên navçeyê dikanên xwe girtin.

Li Dirbêsiyê ji bo şehîdên Gurzê Gelan şîn hat ragihandin
3 sibat, 2022   09:05
HESEKÊ

Ji bo oxirkirina 7 şehîdên pêngava Gurzê Gelan, li goristana şehîd Rutem Cûdî ya li gundê Ber Kevirê merasîm dê were lidarxitin. Ji ber wê, li navçeyê şêniyan dikanên xwe girtin û berê xwe dan goristanê da ku tev li merasîmê bibin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 121 şervan û karmendên girtîgeha Sînaa di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûne.

(şx)

ANHA