​​​​​​​Rojnamevan Mistefa Elo: Rewşa derûnî û manewyî ya gelê herêmê cudayî sala 2019`an e

Rojnameger Mistefa Elo da zanîn êrişên dawî yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, encama meyleke cîhanî ya li dijî projeya Rêveberiya Xweser e. Her wiha destnîşan kir ku ji bo van êriş û planan têk bibin pêwîst e baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bînin.

​​​​​​​Rojnamevan Mistefa Elo: Rewşa derûnî û manewyî ya gelê herêmê cudayî sala 2019`an e
3 sibat, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk ji êvara 1`ê Sibatê ve, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzgeha Şengalê, Kampa Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê dike. Li gorî çavdêran, dewleta Tirk ji bo tola binkeftina DAIŞ`ê di êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de hilîne, van êrişan pêk tîne.

Têkildarî mijarê û armancên êrişan, rojnamevan Mistefa Elo tev li bernameyeke taybet a ajansa me bû.

Mistefa Elo diyar kir ku piştî ku Rêveberiya Xweser serkeftin û têkbirina êrişa li ser girtîgeha Sînaa ragihand, ev êriş pêk hatin û wiha got: “Têkiliya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de xurt e. Ji ber ku dewleta Tirk demeke dirêj e bi rêya DAIŞ`ê hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe.”

Mistefa Elo di axaftina xwe de behsa dîroka derketina DAIŞ`ê kir û got: “Ger em vegerin dîroka derketina DAIŞ`ê li Sûriyê dê bê guman îsbat bibe ku di destpêka sala 2014`an de bi ragihandina Rêveberiya Xweser re ev kom derket. A balkêş ew e ku ev kom bê şer ji Cebhet El-Nusra qut bû. Tiştek wiha jî kêm caran bê şer derbas dibe.”

Mistefa Elo destnîşan kir ku qaşo dewleta Tirk û komên wê yên li Sûriyê banga hilweşandina hikumeta Şamê dikin, lê di rastiyê de ew armanc dikin ku Rêveberiya Xweser têk bibin û wiha pê de çû: “Heke em datayan di ber çavan re derbas bikin û vegerin 7 salên borî, dê têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de bi awayekî zelal xuya bike.”

`DEWLETA TIRK JI BO NEHÊLE PROJEYA DEMOKRATÎK LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BIBE MUDAXELE KIR`

Rojnamevan Mistefa Elo bal kişand ser armanca avakirina Komara Tirkiyê li Rojhilata Navîn û armancên Tirkiyê û fikarên wê li herêmê û got: “Gelek armancên dewleta Tirk li herêmê hene. Ew ji projeya demokratîk a li herêmê ditirse. Ji ber ku Komara Tirkiyê sala 1923`yan bi armanca rêgirtina li pêşiya belavbûna projeya demokratîk li Rojhilata Navîn ava bû. Destpêkê şerê pergala sosyalîzmê kir, pêşî li firehbûna Sovyet girt. Piştî derbeya 1980`î armanca wê ya sereke bû tunekirina projeya demokratîk ku Kurdan dest bi avakirina wê kir.”

Mistefa Elo daxuyand ku DAIŞ rêveberiya sereke ya Tirkiyê li Sûriyê ye, piştî ku ev proje bi bin ket, dewleta Tirk yekser mudaxele kir û gelek herêm di çarçoveya vê stratejiyê de topbaran kir.

`ÊRIŞ DI ÇARÇOVEYEKE CÎHANÎ DE PÊK HAT`

Her wiha Elo rola neyînî ya Koalîsyona Navneteweyî û NATO`yê di êrişa dewleta Tirk de rexne kir û got: “Xaleke sereke heye divê em ji bîr nekin. Herêmên ku hatine topbarankirin, di aliyê hewayî de di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî û NATO`yê de ne. Yanî em dikarin bêjin ku êriş ne tenê di çarçoveyeke herêmî de pêk hatin, lê belê pergala cîhanî êrişa li ser têgeha rêveberiya xweser bi rêve dibe û dewleta Tirk di destê vê pergalê de amûr e.”

`IRAQ NE XWEDIYÊ BIRYARA XWE YE`

Der barê topbarana li ser Şengalê û Kampa Mexmûrê û axaftina hikumeta Iraqê li ser serdestiya xwe de wexta ku dewleta Tirk wê binpê dike, Elo got: “Rewşa siyasî ya li Iraqê diyar e. Aliyên wê parçe bûne. Ev parçebûn ji demeke dirêj ve hebû lê di 2003`iyan de piştî destwerdana Amerîkayê zêdetir rûnişt. Pergala heyî ya li ser parvekirina neteweyî û mezhebî ava bûye, aloziyên li welêt piştî destwerdanê, nakokiyên netewperest, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roleke neyînî ji bo rûniştandina vê pergalê lîst.”

Elo ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi giştî parçebûn li Iraqê hakim e. Tiştek bi destê Iraqê de tune ye. Lê belê biryarên ji derve tên, pêk tîne. Aliyên Iraqê parçe bûne û her aliyek nûnertiya perspektîfên aliyeke derve dike. Mîna serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ku alîgirê Amerîkayê ye û hinek din jî alîgirên Îranê ne. Lê dîsa jî ev rewş, bêdengiya Iraqê ya li hember mudaxeleya dewleta Tirk û êrişên wê li ser Iraqê mafdar nake.”

`KOMPLO CAREKE DIN PÊK TÊ`

Ji 1998`an ve û heta beriya wê, dijminahiyeke eşkere li dijî kurdan heye, armancên komploya lidar, heman in. Hêzên ku komplo pêk anîn û niha pêk tînin, heman in lê rêbaz hatin guhertin. Ji rêzebûyerên li herêmê rû dane diyar dibe ku dema li herêmê serkeftinek bê bidestxistin, hêzên navnteweyî bi rêya Tirkiyê derbe li herêmê dixin.”

Rojnamevan Mistefa Elo dîrokên bûyerên ku hemwextî komploya navnteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatine bi bîr xistin û got: “Komplo Cotmeha 1998`an destpê kir û di encamê de rêber Abdullah Ocalan di Sibata 1999`an de dîl hat girtin. Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê û PDK`ê lihevkirina dijminane ya li dijî xelkê Şengalê îmze kir. Di 10`ê Sibata 2021`an de dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.”

Mistefa Elo daxuyand ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa beşek ji komployê ye û armanca wê ne rev bû lê belê tunekirina Rêveberiya Xweser bû û got: “Hemwextî ragihandina serkeftinê dewleta Tirk bi perspektîfên hêzên navneteweyî êrişî herêmê kir. Ji vir diyar dibe ku nirxandina komployê weke ku tenê dewleta Tirk berpirsa wê ye, kêm dimîne.”

`HEVALBENDIYA STRATEJÎK HEVALBENDIYA GELAN E`

Bi destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê re li ser girtîgeha Sînaayê, pêkhateyên Hesekê yên kurd, ereb, suryan ketin liv û tevgerê û li ser bingeha parastina cewherî dest bi parastina bajarê xwe kir. Li Şengalê jî bi êrişa DAIŞ`ê re sala 2014`an, bi hezaran ciwanan bi hawar bajêr ve çûn û Şengal parast û ji DAIŞ`ê rizgar kir. Li Kampa Mexmûrê jî gel roleke mezin di têkbirina êrişên DAIŞ`ê de lîst.

Mistefa Elo destnîşan kir ku derûnî û morala gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2019`an cudatir e, dewleta Tirk û hêzên cîhanî vê yekê dibînin ku çawa piştgiriya hev du dikin û moralê wan bilind e. Elo diyar kir ku hêzên komploger li ser vî benî lîst ku ev êriş wê fitneyê di navbera kurdan û ereban de çêke, lê daxwaza wan bi bin ket.

Li gorî Elo, Amerîka û NATO`yê plana xwe ya veşartî bi rêya êrişa li ser girtîgeha Sînaa pêk anîn, lê dema ew êriş bi bin ket, asîman ji Tirkiyê re vekir û bi awayekî eşkere destek dan êrişên dewleta Tirk.

Elo wiha domand: “Piştî êrişa sala 2017`an a li ser çiyayê Qereçoxê yê herêma Cizîrê gel fêm kir ku divê pişta xwe bide xwe. Tenê gel dikare şoreşê bi ser bixe.”

Yanî, hevalbendiya stratejîk ne hevalbendiya di navbera dewletan de û ne hevalbendiya di navbera rêveberiyê û hêzên diyar in de ye, lê belê hevalbendiya gelan e ku şoreşê bi rêve dibe.

(şx)

ANHA