Komîteyên parastinê yên Til Temirê parastina taxan dikin

Endamên komîteyên HPC’ê yên navçeya Til Temirê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê û parastina tax û gundan bikin.

Komîteyên parastinê yên Til Temirê parastina taxan dikin
3 sibat, 2022   04:25
HESEKÊ – DIYAR EHMED

20`ê Çileya borî çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kir û hewl da ku çeteyên girtî serbest berde.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya QSD`ê û hevkariya şêniyên herêmê ew êriş têk bir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê bi du daxuyaniyên cuda spasiya şêniyên Hesekê nexasim ên taxa Xiwêran, Zihûr û Neşwa kir ku destek da QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Şêniyên bajarên herêma Cizîrê destek dan QSD`ê û Hêzên Ewlehiyê da ku paratina taxan ji şaneyên veşartî bikin ku bi êrişa li ser girtîgeha Sînaayê re ketin tevgerê.

Di vê çarçoveyê de Xalid Hisên ku ji navçeya Til Temirê ye wiha axivî: "Em Hêzên Parastina Civakî (HPC), parastina tax û bajarên xwe ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku piştî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê belav bûne, dikin."

Hisên wiha domand: "Em ê parastina gel û bajarên xwe bikin. Em derfetê nadin tu kesî ku aramî û ewlehiya herêmên me xirab bikin. Em ê destekê bidin hêzên leşkerî û ewlehî da ku paratina van destkeftiyan û herêmê bikin."

Hisên destnîşan kir ku rakirina çekê erka her kesî di parastina bajar û gelê xwe de ye û wiha pê de çû: "Em derfetê nadin tu aliyan ku aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoyê de hişyar bin û destekê bidin hêzên leşkerî."

Her wiha welatiyê bi navê Birces Seydo ji Til Temirê jî ev tişt got: "Bi rêya dewriyeyan û avakirina nuqteyên kontrolkirinê em parastina taxan dikin û deriyên veguhestina taxan dişopînin. Em erebe û kesên nenas  ku bi şev derbasî herêmê dibin, kontrol dikin."

Seydo teqez kir ku bi parastina taxan, destekê didin hêzên leşkerî ku erka xwe ya ewlehî di parastinê de pêk tîne û piştrast kir ku ew ji bo parastina taxan ji çi xeteriyê, amade ne.

Birces Seydo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rakirina çekê û sekna bi hêzên leşkerî û ewlehî re erka her kesî li herêmê ye."

(bx)

ANHA