Aram Hena: Berxwedana hêzên me nûnertiya biryara gel di têkoşînê de ye

Berdevkê QSD`ê Aram Hena da zanîn ku tevlîbûna xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, serkeftinek ji tevahî Sûriyê û misogeriya li ser hevgirtina hemû pêkhateyan e.

Aram Hena: Berxwedana hêzên me nûnertiya biryara gel di têkoşînê de ye
3 sibat, 2022   00:36
HESEKÊ – DIYAR EHMED

QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê ji 20`ê Çileyê borî ve, heta ragihandina kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya taybet bi girtiyên DAIŞ’ê efsaneyên qehremaniyê nivîsandin.

20`ê Çile şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran a bajarê Hesekê kir ku bi hezeran girtiyên çeteyên DAIŞ`ê tê de ne. Êriş bi rêya teqemenî û xwekujan pêk hat û armanc ji wê ku çeteyên girtî serbest berdin, lê QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser destwerdan kir û planên DAIŞ`ê û alîgirên wê yên derve û hundir, têk birin.

Di pêngava Gurzên Gelan de, şervanan berxwedaniyeke bêhempa meşand û di encama wê de 121 şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîl şehîd bûn.

Girêdayî mijarê Berdevkê QSD`ê Aram ji ANHA`yê re destnîşan kir ku gelek beşên leşkerî û ewlehî bi hêzên wan re tev li bûyerên ku li Hesekê rû dan bûn.

Aram Hena wiha got: "Gelek sazûmaniyên QSD`ê tev li pêngava "Gurzên Gelan" bûn. Gurzên Gelan bajarê Hesekê ji êrişa terorîst a li ser girtîgeha Sînaayê parast. Ev hêz ji pêkhateyên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrîna dagirkirî û heta Dêrik û Dêrazorê bûn. Berxwedana ku ji aliyê hêzên me ve hate kirin, nûnertiya biryara gelê me di berxwedan û têkoşînê de dike."

Hena wiha domand: "Serkeftina dawî peyameke nû ji her kesî re ye ku QSD`ê dikare parastina herêmê ji hemû xeteriyan bike. Ew jî bi rêya hevgirtina pêkhateyên herêmê bi hêzên wê yên leşkerî re. Careke din xwîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina bajarê Hesekê tev li hev bû û bi vê yekê serkeftin li ser asta Sûriyê bi giştî pêk hat û rêxistina DAIŞ`ê têk bir."

 ‘DESTEKDAYÎNA GEL JI HÊZÊN ME RE BINGEHA SEREKE YA SERKEFTINA ME YE‘

Hena di axaftina xwe de behsa hewldanên Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî û hikumeta Şamê kir û ev tişt anî ziman: "Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî û hikumeta Şamê hewl didin bûyerên ku li bajar rû dan keysbaz bikin. Aliyên dijberî projeya me gelek caran hewl da ku van bûyeran li gorî ajandeyên xwe yên mezhebî û dijberî herêmê, keysbaz bikin. Me gelek caran got em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û tu cûdahî di navbera pêkhateyan de tune ye."

Hena di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ev yek ji aliyê şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ve hate teqezkirin ku li derdora hêzên me kom bûn û agahî derbarê tevgera çeteyan de dan. Destekdayîneke gelêrî ji hêzên me re bingeha sereke di serkeftinê de bû û xala destpêkirina parastina Hesekê bû."

Hena spasiya rola şêniyan li rexê hêzên ewlehî û leşkerî di parastina taxan de kir û da zanîn ku ew hêmanekî bingehê ya serkeftina li dijî DAIŞ’ê bû.

Berdevkê QSD`ê Aram Hena wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevlêbûna xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya yekitiyê û biryara berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê û peydakirina jiyaneke birûmet e û ev yek pîvana sereke ya hêzên me ye û armanca QSD’ê ye."

(bx)

ANHA