Li Zorava ya Şamê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxa Zorava ya Şamê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê şermezar kir.

Li Zorava ya Şamê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
2 sibat, 2022   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên şehîdan ên taxa Zorava ya Şamê bi bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê Mistefa Tahir Nesan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên li ser gelê Kurd berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha hate destnîşankirin ku hêzên komploger bi rêya êrişan hewl didin hevkarên xwe DAIŞ`ê ji nû ve vejînin û li herêmê belav bikin.

Daxuyanî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.

ANHA