Yekitiya Jinên Ciwan: NY`yê berpirsa êrişên dewleta Tirk e

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûrê û Şengalê yên Başûrê Kurdistanê, her wiha gundewarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

 Yekitiya Jinên Ciwan: NY`yê berpirsa êrişên dewleta Tirk e
2 sibat, 2022   16:37
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li pêşiya navenda xwe û bi beşdariya endamên jinên ciwan daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku dê gelê herêmê li dijî hemû êrişan, bisekine.

Di daxuyaniya yekitiyê de ev hate destnîşankirin: "Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir û êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir, lê hewldanên wê bi bin ketin, ji lewma berê xwe da herêma Şengalê û xwest tola têkçûna çeteyên xwe hilîne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) berpirs û hevkara êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê li dijî hemû êrişên li ser herêmê tê bikoşe û dê serkeftin para gel be.

(eh)

ANHA