QSD: Hêzên me Bab hedef negirt, ew tawanên MIT’a Tirk û ajanên wê ne

QSD’ê da zanîn ku îdiayên hatine belavkirin ku hêzên QSD’ê bajarê Babê topbaran kirine, ew tawanên derew in û wiha got: "Ev tawanên derew in û li ser derewên qirêj ên MÎT’a Tirk û ajanên wê zêde dibin. Ew hewl didin rastiyan berovajî bikin û sûcan pêk bînin da ku sûriyan li hember hev du bidin şerkirin."

QSD: Hêzên me Bab hedef negirt, ew tawanên MIT’a Tirk û ajanên wê ne
2 sibat, 2022   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha tê de got:

"Malperên girêdayî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê îdiayên derew û dubare bêyî îsbatan belav kirin û hêzên me bi topbarankirina Babê tawanbar kir. Em teqez dikin ku tu têkiliya hêzên me bi topbaran an jî bûyerên mîna wan tune ne. Lê dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê hewl dide nakokiyan derxe.

Ew tawanên derew li sicila qirêj a MÎT’a Tırk û ajanên wê zêde dibin, da ku bûyeran çêbikin û komkujiyan pêk bînin û sûriyan li hember hev du bidin şerkiirin ku bikeve xizmeta dewleta Tirk.

Ji tu kesî ne veşartiye ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan pêk tîne û destekê sûcdarên şer, çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûrî dike. Her wiha aliyên dixwazin kesên êrişî Babê kirine binasin di odeya taybet a MÎT’a Tirk û çeteyên wê de bigerin.

Hemwextî wê dagirkeriya Tirk bi dehan gund û herêmên Dêrik, Zirgan, gundewarên Girê Spî yên rojava, Minbic, herêmên Şehba, gundên başûrê Efrînê topbaran kirin. Ew êriş jî piştî binketina plan û destekdayîna wê ji rêxistina terorîst a DAIŞ’ê re li Hesekê ji hêla hêzên me ve, pêk tên."

(fr)

ANHA