Artêşa Tirk 5 gundên Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mûşek û topan 5 gundên Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk 5 gundên Til Temirê topbaran dike
2 sibat, 2022   14:41
HESEKÊ

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um El-Kêf û Til Cuma yên rojavayê Til Temirê, gundên Tewîle û Gozeliyê yên başûrê rojavayê Til Temirê yên li ser rêya M4 û gundê Til Şenan ê asûrî yê bakurê rojhilatê Til Temirê bi mûşek û çekên giran topbaran dikin.

Topbaran berdewam e û tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketine.

(fr)

ANHA