Meclisên malbatên şehîdan ên Kobanê û Minbicê êrişên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firat û Minbicê bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Dêrik û Şehba yên Rojava û Şengal û Kampa Mexmûr li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Meclisên malbatên şehîdan ên Kobanê û Minbicê êrişên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir
2 sibat, 2022   14:49
KOBANÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Hêvîn Mişo daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo vejandina xewna xwe ya osmanî ji demeke dirêj ve êrişî herêmê dike.

Her wiha meclisê diyar kir ku Amerîka û Rûsya berpirsên van êrişan in, ji ber ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker paşguh dikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de daxuyand ku dewleta Tirk bi rêya ajanên xwe hewl dide tevliheviyê li herêmê derxe û êrişa li ser girtîgeha Xiwêran planek ji bo vejandina DAIŞ`ê ye.

Di dawiyê de meclisê got: “Li hember vîna gelên herêmê hemû planên wê bi bin ketin. Ji ber wê êrişî Şengal, Şehba, Dêrik û Mexmûrê kir.”

MINBIC

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebî Izedîn daxuyanî xwend. Endamên meclisê tev li daxuyaniya li pêşiya navenda meclisê hat xwendin, bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana terorîst a dewletên alîgirên terorê têk bir ku ji beriya 6 mehan ve hatibû dayîn da ku girtîgeha Sînaa, Hesekê, Kampa Holê û Şedadê desteser bikin û girtiyên DAIŞ`ê xilas bikin.

Her wiha meclisê daxuyand ku dewleta Tirk ji bo ku binkeftina plana xwe ya han binuxmîne, êrişî Şehba, Dêrik, Til Temir, Mexmûr û Şengalê kir.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û hêzên garantor kir ku yekser mudaxele bikin, van êrişan rawestînin ku ewlehiya li herêmê têk dibin.

Her wiha meclisê got: “Em bi QSD`ê re ne heta ku teror bi temamî tune dibe û ewlehî li herêmê pêk tê.”

(şx)

ANHA