Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê meşiyan. Her wiha Kongra Star a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
Li cihê hedefgirtinê … Şêniyên Dêrik û Girkê Legê banga xurtkirina têkoşînê kir
2 sibat, 2022   14:10
QAMIŞLO

Vê sibê, bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê tevî saizyên sivîl û meclisên leşkerî û partiyên siyasî, rûspiyên êlan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Meş ji kolana sereke ya navçeyê dest pê kir û li gundê Gir Kendal ê navçeya Dêrikê rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, Şengal û Mexmûrê berdewam in.”

Her wiha Perwîn destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî binkeftina DAIŞ`ê li Hesekê êrişî herêmê kir.

Her wiha Perwîn bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî gavên cidî bavêje, van êrişan rawestîne û ji ber sûcên ku pêk hatine hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.”

Di dawiyê de Perwîn Yûsif banga mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê kir.

TIRBESPIYÊ

Girêdayî heman mijarê Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endama Kongra Star Texrîd Îbrahîm daxuyanî li qada dibistana şehîd Cahîde Ronak xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li hember êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê hat silavkirin û wiha hat gotin: “Hêzên me yên ji pêkhateyên herêmê yên ereb, kurd û suryan pêk tên, li hember wan êrişên DAIŞ`ê sekinîn û ew têk birin. Girtîgeha Sînaa careke din kontrol kir û gelê herêmê parast.”

Di dauxyaniyê de hat diyarkirin ku piştî bikeftina êrişa DAIŞ`ê li Hesekê, dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser Şengal, Kampa Mexmûr li Başûrê Kurdistanê û navçeya Dêrikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Da ku tola binkeftina DAIŞ`ê ji şêniyên herêmê hilîne.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

(şx)

ANHA