Wêneyên merasîma oxirkirina 12 şehîdan li Qamişloyê

Dîmenê di merasîma oxirkirina şehîdên Gurzê Gelan de hatiye kişandin, hevgirtina xurt a di navbera gelên herêmê de û biratiya rastîn xuya dike.

2 sibat, 2022   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan 12 şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir kir.

Kurd, ereb, suryan, ermen, oldar, rewşenbîr, nivîskar, jin û mêr bi giştî tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Cenazeyên şehîdan bi gurzên gulan û alên leşkerî ji aliyê bav, heval û zarokên şehîd ve di nav tililiyên dayîkan, hevjîn û destgirtiyên şehîdan de hatin veşartin. 

Bi gihaştina cenazeyên 12 şehîdan re, li goristanê, 12 kevok hatin firandin. Ev nîşan dide ku têkoşîna şehîdan a ji bo rûmet û azadiya gel, bicihanîna aştî û istiqrarê li herêmê pîroz e.

Dîmena ku îro li goristanê hatiye kişandin û beriya wê li Dêrik û kobanê delîla têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Erman de ye. Her wiha li hember hewldanên parçekirina hevgirtina gelên herêmê û berxwedana gelê ku rêgeza şerê gelê şoreşger ji xwe re kiriye bingeh, peyamek e. Her wiha biratiya gelan a rastîn xuya dike.

Di merasîmê de, Kurd, Ereb Û Suyranan careke din soza berdewamkirina berxwedanê da û dê li hember hemû hewldanên têkbirina biratiya li herêmê bi ser kevin.

Di axaftinan de, hat destnîşankirin ku gelê herêmê ji bo pêkanîna ewlehiyê li ber xwe da û hîna li ber xwe dide. Hevgirtina nîştimanî, bingeha avakirina welatekî demokratîk ê azad e. Li hember têkibirina komployan yekane alternetîf şerê gelê şoreşgerî ye.

(şx)

ANHA