Şaneya Ragihandinê ya Iraqê êrişên li ser Şenga û Mexmûrê şermezar kir

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û diyar kir ew êriş binpêkirina pîvanên cîrantiyê ne.

Şaneya Ragihandinê ya Iraqê êrişên li ser Şenga û Mexmûrê şermezar kir
2 sibat, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker şevê din di saet 22.00’an de Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Em vî karî şermezar dikin, hêzên me yên ewlehiyê her binpêkirinekê ku ji aliyê her hêzekê ve pêk were, red dike."

Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz ji dewleta Tirk hat kirin ku li gorî pîvanên cîrantiya baş û lihevkirinên navdewletî tevbigere û van binpêkirinên li dijî berjewendiyên her du welatan rawestîne.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê daxwaz kir ku êriş dubare nebin û da zanîn ku Iraq amade ye ji bo çareserkirina mijarên ewlehiya sînorê her du welatan bibe alîkar.