Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo tola DAIŞ`ê hilîne êrişî herêmê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got dewleta Tirk ji bo tola binkeftina DAIŞ`ê li Hesekê hilîne, êrişî herêmê dike. Her wiha bang li dewletên cîhanê, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bigirin.

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo tola DAIŞ`ê hilîne êrişî herêmê dike
2 sibat, 2022   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyanî da û tê de got:

“Piştî ku xewna vejandina DAIŞ`ê têk çû û piştî ku gelê me bi xwedîderketina li Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlehiyê re plana dewleta Tirk a dagirker li Hesekê têk bir, dewleta Tirk ji bo ku tola wê binkeftinê hilîne, bi awayekî hemwext herêmên Şehba, Şengal û Kampa Mexmûrê û gundewarê Dêrikê bi balafiran kir hedef.

Ji vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk ji binkeftina DAIŞ`ê li Hesekê ne razî ye. Her wiha hewl dide careke din istîqrara li herêmê têk bibe û zemînekê ji vegera terorê re amade bike.

Lê di dema ku em vê êrişê şermezar dikin de, em bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hemû saziyên neteweyên yekbûyî û hiqûqî dikin ku rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigirin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmên me rawestîne. Em lihevkirina agirbestê ya bi dewleta Tirk re pêk hatiye, tînin bîra Rûsya û Amerîkayê. Ev êriş şêweyeke qirkirinê ye ku dewleta Tirk pê navdar e. Em van êrişan red dikin û tu carî qebûl nakin. Em ê ji bo parastina destkeftiyên gel û şehîdên xwe bi vîneke xurt li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA