​​​​​​​Filîz Budak: Şerm e NY li hember êrişên li ser kampeke di bin sîwana wê de bêdeng bimîne

Hevseroka Meclisa Kampa Mexmûr Filîz Budak bang kir ku firîna balafirên Tirkiyê li Iraqê bê qedexekirin. Her wiha hevkariya PDK`ê û bêdengiya hikumeta Iraqê û NY`yê li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

​​​​​​​Filîz Budak: Şerm e NY li hember êrişên li ser kampeke di bin sîwana wê de bêdeng bimîne
2 sibat, 2022   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev herêma Şengal, kampa Rustem Cûdî û nuqteyek din li nêzî gundê Teqel Beqel ê Dêrikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Bombebaran hemwextî ragihandina binkeftina êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê pêk hat.

Têkildarî mijarê, hevseroka Kampa Rustem Cûdî Filîz Budak ji ajansa me re axivî û got: Dewleta Tirk duh rêzeêriş li dijî Kampa Mexmûrê, parêzgeha Şengalê û Rojava pêk anîn. Gelek niştecihên kampê birîndar bûn. birînên hinekan giran e û di nexweşxaneyên Musilê de tên dermankirin.

Filîz destnîşan kir ku topbarana dewleta Tirk li dijî herêmê ji 2014`an û vir ve ranewestiyane û ev pirsî: Gelo tola binkeftina DAIŞ`ê hiltîne?

Filîz îşaretpê kir ku komployeke berfireh li dijî kurdên berxwedêr hene ku komployên dewleta Tirk têk birin û got: “Dewleta Tirk van planan bi rêve dibe. Bi rêya çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê şerê herêmê dike. Lê şêniyên Şengal, Mexmûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên wê têk birin. Bi tunekirina DAIŞ`ê re plana dewleta Tirk a serdema 21`an têk çû.”

Her wiha Filîz Budak diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwediyên projeya demokratîk a li herêmê dike hedef di sêrî de dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Li herêmên hedefgirtî de, projeya neteweya demokratîk li dar e. ew alternatîfê netewdewletê ye. Ji ber wê şêniyên van herêman tên hedefgirtin da ku gelên wê her tim di bin dagirkeriyê û zulmê de bin.”

Têkildarî rewşa Kampa Mexmûrê Filîz got: “Di salên  navbera 2014-2016`an de DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî kampê kir. Lê niştecihên kampê ew êriş têk bir. Dû wê dewleta Tirk a dagirker kamp bombebaran kir û di encamê de gelek niştecihên taxê bûn qurban.”

Filîz diyar kir ku kamp bi erêkirina hikumeta Iraqê sala 1998`an hat avakirin û wiha domand: “Ev kamp li cem NY`yê hatiye tomarkirin. Derdora 12 hezar kes tê de hene. Bi dehan şaneyên navneteweyî, herêmî, hiqûqî û mirovî serdana kampê kirin û navendên xwe tê de vekirin. Lê dewleta Tirk di 2017`an de kamp topbaran kir, ew rêxistin jî bêdeng man.”

Hevseroka Meclisa Kampa Mexmûrê Filîz Budak bêdengiya hikumeta Iraqê rexne kir û îşaret bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi êrişên dewleta Tirk re kir û got: “Ruxmî ku kamp beşek ji Iraqê ye, lê dema dewleta Tirk êrişî wê dike, hikumeta Iraqê bêdeng dimîne. Ev delîla hevkariya di navbera wan de ye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî ku qaşo kamp di bin parastina xwe de didît, dev jê berede ku bêdeng maye, bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê propaganda dike ku bombebaran li dijî gerîlayên HPG`ê ne. Ruxmî ku niştecihên wê sivîl in. Lê xuyaye armanca sereke ya van êrişan rewakirina dagirkeriyê ye.”

Filîz Budak diyar kir ku di kampê de 12 hezar kese hene. Di nav wan de 3 hezar û 500 zarok hene ku diçin dibistanê. Filîz daxuyand ku êrişên dewleta Tirk li ser kampê, bi awayekî mezin bandor li niştecihên wê dikin.

Filîz bang li gelê kurd û demokratan kir ku xwedî li kampê derkevin û wiha domand: “Xwedîderketina li kampê, tê wateya xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e. Herêma yekemîn projeya Rêveberiya Xweser tê de pêk hat, kampa Mexmûr bû û niştecihên wê serî ji siyasetên li dijî kampê re netewandin.”

Di dawiyê de Filîz Budak bang li hikumeta Iraqê kir ku qedexeya firîna balafiran ragihîne da ku dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne. Her wiha bang li NY`yê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih û got: “Şerm e NY`yê li hember êrişên li ser kampekê di bin sîwana wê de bêdeng bimîne.”

(şx)

ANHA