​​​​​​​Li Tebqayê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan rêz hate girtin

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û şêx û rûspiyên êlên Tebqayê, ji bo şîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan 5 deqeyan rêz hate girtin.

​​​​​​​Li Tebqayê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan rêz hate girtin
2 sibat, 2022   10:26
TEBQA

Hejmarek ji şêx û rûsipiyên êlan, nûnerên Rêveberiya Sivîl û hêzên leşkerî, tevî malbatên şehîdan ên Tebqayê, ji bo şîna şehîdên pêngava Gurzê Gelan li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê 5 deqe rêzgirtin sekinîn.

Piştî ku şervanan ji bo parastina axa xwe û gelê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku di 20'ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa kiribûn, berdêlên giranbuha dan. Di encamê de 121 şehîdên pêngava Gurzê Gelan hatin bibîranîn.          

(dx)

ANHA