Salih Muslim di 13.00` an de tevlî bernameya ANHA`yê dibe

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê de wê îro di saet 13.00`an de tevlî bernameya taybet a ANHA`yê bibe.

Salih Muslim di 13.00` an de tevlî bernameya ANHA`yê dibe
2 sibat, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan balafirên dewleta Tirk a dagiker yên ku ji bajarê Amedê rabûn Şengal, Mexmûr, Dêrîk û Şehba bombebaran kirin. Êriş piştî têkçûna DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê ve pêk hat. Her wiha dê komploya navnetewî a li ser Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de çawa tê destgirtin, were nirxandin.

Kî li pey van êrişan e û plan çi ye?

Gera Wezîrê Parastinê a dewleta Tirk Hulusî Akar û serdana Serokwezîrê hikumeta Iraqê Mistefa El-Kazimî li ser çi armancê pêk hat?

Li pêşiya me pêvajoyeke çawa heye? 

Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Kurdistanê li dijî van êriş û planan bikevin nav tevgereke çawa?

Van pirsan û pirsên girêdayî mijarê wê Endamê Hevserokatiya Desteya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di weşana me a zindî de bibersivîne.

Bernameya taybet di saet 13:00'an de li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malpera ajansa me û hesabên wê yên medyaya sanal dê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernamê bişopînin;

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

ANHA