Rojnameyên Erebî: Hikumeta Şamê bi sed hezaran malbat ji dayînê alîkariyê bê par hiştin

Rojnameyên erebî vê sibê girêdayî biryarên hikumeta Şamê, bandora nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser ewlehiya xwarinê li Rojhilata Navîn û kar û barên Yemenê nivîsandin.

Rojnameyên Erebî: Hikumeta Şamê bi sed hezaran malbat ji dayînê alîkariyê bê par hiştin
Rojnameyên Erebî: Hikumeta Şamê bi sed hezaran malbat ji dayînê alîkariyê bê par hiştin
Rojnameyên Erebî: Hikumeta Şamê bi sed hezaran malbat ji dayînê alîkariyê bê par hiştin
2 sibat, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

`HIKUMETA ŞAMÊ BI SED HEZARAN MALBAT JI DESTEK BÊ PAR HIŞTIN`

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel rewşa jiyanî ya dijwar li Sûriyê, hikumeta Sûriyê duh, biryara dûrxistina bi sed hezaran malbatên ji desteka madeyên xwarinê û petrolê xist meriyetê.

Piştî bihakirina sotemenî, kehrebe, nan, derman û piraniya madeyên bingehîn duh Meclisa Wezîran biryar da ku beşên diyar ji civaka Sûriyê ji desteka hikumî bên dûrxistin, qaşo ji bo ku destek bigihêje beşa herî bi hewce û rê li pêşiya keysbaziyê bê girtin.

Wezîra Peywendiyan û Teknolojiya Veguheztina Dîcital a Sûriyê Fadiya Silêman ji dezgehên çapemeniyê yên herêmî re axivî û got komîteya aborî ya hikumetê, dûrxistina gelek beşên civakê ji destekê bi hurgilî nirxand.

Li gorî Fadiya Silêman di pêvajoya yekemîn de dê ji sedî 15 kart ji destekê bê dûrxistin. Dê xwediyên erebeyên taybet ji desteka sotemeniyê bên dûrxistin. Kesên ji welêt derketine û hîna sûdê ji destekê digirin, kesên ji zêdetirî 2 salan ve ne li welêt in, kesên mirine wê ji destekê bê par bimînin. Fadiya Silêman eşkere kir ku hejmara malbatên ku hemû endamên wê mirine, derdora 30 kart in. Her wiha diyar kir ku di vê pêvajoyê de avahî di ber çavan re nehatin derbaskirin, ji ber ku pêwîstî bi nirxandina kişandina destekê hîna heye. Fadiya Silêman eşkere kir ku wek gava pêşîn derdora 596 hezar û 628 malbat ji destekê hatin dûrxistin ku 450 erebeyên taybet ên wan hene.”

`GELO DESTPÊKIRINA ŞER DI NAVBERA RÛSYA Û UKRAYNAYÊ DE DÊ BIBE SEDEMA BIRÇÎKIRINA GELÊN ROJHILATA NAVÎN?`

Girêdayî bandora nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser ewlehiya xwarinê li Rojhilata Navîn rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Di dema ku Rûsya hêzên xwe li ser sînorên Ukraynayê kom dike de, gefa rojava û NATO`yê li ser Moskovê heke destwerdana Ukraynayê bike, ev pirs derketin derketin pêş.

Li ailyekî din Misir û Tirkiyê mezintirîn dewletên ku genim ji cîhanê werdigirin. Ev tê wateya ku heke şer di navbera her du welatan de rû bide, dê Misir û Tirkiyê herî zêde berdêla wê yekê bidin û dê bandorê li ewlehiya xwarinê ya cîhanî bike.

Sala 2021`an ruxmî ku şer tune bû, lê nirxên madeyên xwarinê yên cîhanê zêde bûn. Ukraynayê piraniya hilberînên xwe yên gemim di havîna 2021`an de derxistin, lê destwerdana Rûsyayê dibe ku tovên genim di biharê de rawestîne. Li rex wê jî aloziya semadê ya herêmî heye ku di encama aloziya enerjiyê û cezayên bazirganiyê de derketiye.”

`HÊZÊN REWA NUQTEYÊN STRATEJÎK LI ROJAVAYÊ TAZÊ RIZGAR KIRIN`

Derbarê kar û barên Yemenê de, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Artêşa Watanî ya Yemenê bi desteka balafirên Koalîsyonê 3 nuqteyên din; Cibriye, Sefra û Qaîde li eniya Enîn a çiyayê Hebeşî li rojavayê parêzgeha Tazê rizgar kirin. Her wiha di şerên domdar de, 15 hûsî hatin kuştin.

Fermandarê Lîwaya 17`an Ebdulmalik El-Ehdel got Artêşa Yemenê li Maireb û Tazê di 24 saetan de, 17 derbe li dijî milîsên hûsî pêk anîn. Di encamê de 17 wesayît hatin rûxandin û gelek milîs hatin kuştin.”

(şx)