​​​​​​​QSD'ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya 5 şervanên xwe ku di operasyonên lêgerînê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de li girtîgeha Sînaa ya Hesekê û gundewarên Dêrazorê şehîd bûne, eşkere kir.

​​​​​​​QSD'ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir
2 sibat, 2022   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da raya giştî û tê de nasnameya 5 şervanên xwe ku şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ku ji bo êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran pêk anîne, hêzên me piştî kontrolkirina girtîgehê, dest bi operasyonên lêgerînê kir.                 

Di operasyonên lêgerînê de 5 hevalên me şehîd bûn, 4 li Hesekê û yek jî li Dêrazorê di operasyonên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de şehîd bûne.

Em hevalên xwe (Harûn, Sîpan Dirbêsiyê, Sîpan Meyadîn, Xeyrî û Fayiz) ên ku li dijî rêxistina DAIŞ'ê bi lehengî şer kirin, bi bîr tînin.

Bidestxistina hêviyên gelan ên bi sedan sal in û pêkanîna jiyaneke hevbeş, tenê bi berdêlên giran dikare pêk were.

Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û bi xwîna xort û keçên me, tovên azadiyê yên ku zêdetirî deh sal berê li vê axê hatibû çandin û niha şîn bûne, av dan.

Em deyndarê hemû şehîdan in û em soza xwe bi wan re nû dikin, ku em ê hemû xeyalên wan ên ku ji bo wan şehîd bûne, bi berdewamkirina têkoşînê heta gihaştina serketinê.

Em ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

***

Navê Tevgerî: Harûn

Nav û Paşnav: Mihemed El-Elî

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Mihemed Salih

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cihê û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

***

Navê Tevgerî: Sîpan Dirbêsiyê

Nav û Paşnav: Malik Hisên

Navê Dayikê: Fatme

Navê Bav: Ebdo

Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

***

Navê Tevgerî: Xeyrî Qamişlo

Nav û Paşnav: Edhem Îbrahîm

Navê Dayikê: Sultan

Navê Bav: Şukrî

Cihê Jidayikbûnê: Amûdê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

***

Navê Tevgerî: Sîpan Meyadîn

Nav û Paşnav: Ebûd El-Selîm

Navê Dayikê: Sena

Navê Bav: Îd

Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

***

Navê Tevgerî: Fayêz

Nav û Paşnav: Fewaz El-Xelef

Navê Dayikê: Yazya

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor 30, Çileyê, 2022

(dx)