Siyasetmedarên ji Dêrazorê: Divê rêber Ocalan azad bibe û PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin

Siyasetmedarên ji Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, hesabxwestinê ji dewleta Tirk û derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê'' kirin.

Siyasetmedarên ji Dêrazorê: Divê rêber Ocalan azad bibe û PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin
2 sibat, 2022   08:32
DÊRAZOR – FATMA EL-EBID

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî 15`ê Sibata 1999` ji Kenyayê hate revandin. Armanc ji vê yekê ku rêbertî dûrî gel bixin, îradeya jinê di nava civakeke azad de bişkînin û derfetê nedin ku fikirên wî belav bibin.

'RAMANÊ RÊBERTÎ JI PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN RE ÇARESERÎ YE'

Bi nêzîkbûna salvegera 23`an a komploya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, siyasetmedarên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqez kir ku firkên rêber Abdullah Ocalan çareseriya yekane ji dozên Rojhilata Navîn re ye û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Serokê Kombûna Ebnai El-Bo Kemal a Demokratîk Înad El-Salih di vê derbarê de wiha axivî: "Armanc ji tecrîda ku li ser ronakbîr Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina mafên gelên Kurd û pêkhateyên din li Tirkiyê û tevahî herêmê ye. Girtina rêber Ocalan pêkanîna xwesteka hikumetên herêmî û sîstemên kapîtalîst e."

Înad El-Salih wiha domand: "Fikrên rêber Abdullah Ocalan gelên bindest ji tarîtiya DAIŞ`ê ya terorîst rizgar kir. Felsefeya wî jin di aliyê fikrî ve rizgar kir û mafên wê di civakê de ku hatibû paşguhkirin, bi dest xist."

El-Salih bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rake û ev tişt anî ziman: "Têkoşîna rêber Abdullah Ocalan nûnertiya hemû gelên Rojhilata Navîn dike."

PROJEYA RÊBERT OCALAN YEKITIYA GELÊN HERÊMÊ AVA KIR

El-Salih di dawiyê de wiha got: "Projeya ronakbîr Abdullah Ocalan yekitiya gelên herêmê ava kir û dê yekitiya tevahî gelên cîhanê jî ava bike. Ji ber ku projeya wî ne tenê ji bo neteweyekê yan jî mezhebekê ye. Ev proje ji bo tevahî mirovahiyê ye. Divê beriya salvagera bi êş hemû girtiyên ku nûnertiya têkoşîn û raya siaysî li tevahî cîhanê dikin, serbest werin berdan."

Endamê komîteya Têkiliyên MSD`ê ya Dêrazorê Enes El-Merfûh wiha axivî: "Tecrîda ku li ser rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan tê ferzkirin li dijî gelên ku dixwazin azadiya xwe bi dest bixin e."

DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE XWESTIN

Enes El-Merfûh wiha pêde çû: " Ragirtina rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û rêbazê girtina wî derqanûnî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ew îşkencekirin û  binpêkirineke ber bi çav ji mirovahiyê re ye û divê di vî alî de hesab ji dewleta Tirk were xwestin."

El-Merfûh di axaftina xwe de destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan her wiha PKK`ê yekitiya gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê ava kir û ew jî bi rêya pêşkêşkirina projeya biratiya gelan e. Her wiha banga rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir.

Enes El-Merfûh bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mayîna navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de derfeteke mezin li pêşiya dewleta Tirk vedike ku li dijî gelên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, zêdetir tundiyê bimeşîne.

(bx)

ANHA