Şêx Ebdurehman Şewket banga têkoşîna fikirî li dijî tundrawiyê kir

Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket li hemberî fikirê tundraw ê DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst banga xurtkirina têkoşîna fikirî kir.

Şêx Ebdurehman Şewket banga têkoşîna fikirî li dijî tundrawiyê kir
1 sibat, 2022   06:54
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

20`ê Çileyê, DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya başûrê bajarê Hesekê kir. Ji destpêka ragihandina tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxoz ê Dêrazorê di 23`ê Adara 2019`an de, ev êriş a herî dijwar bû.

Piştî êrişê siyasetmedar û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, bêyî destekdayîna ji hêzên navneteweyî, di serî de dewleta Tirk a dagirker DAIŞ`ê nikare êrişeke bi vî awayî pêk bîne.

Ji destpêka ragihandina çeteyan ve di sala 2014`an de, destekdayîna dewleta Tirk ji wan re ber çav bû û du kes derbarê rastiya têkiliya xurt a di navbera dewleta Tirk û çeteyan de nakevin nava nakokiyan. Lê tişta ku bala  mirov dikşand helwesta hikumeta Şamê ye ku QSD`ê sûcdar kir û çeteyên êrişî girtîgeha Sînaayê kirine weke bê guneh nîşan da. Ji ber vê yekê jî guman çêbûn ku rola Şamê di plana êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de heye.

Bi derketina van daneyan re, pirs li ser çawaniya pêkanîna têkbirina dawî ya DAIŞ`ê ji hemû deman zêdetir çêdibin.

 ‘DAIŞ MASKA KU HÊZÊN CÎHANÎ LI PEY DISEKININ‘

Hevseroka Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket ji ANHA`yê re destnîşan kir ku DAIŞ`ê destekê ji hêzên cîhanî digre û wiha axivî: "DAIŞ`ê maska ku hêzên cîhanî li pey disekinin û dixwazin Îslamê reş bikin."

Şêx Ebdurehman Şewket wiha domand: "Tevger û rêxistinên ku banga Îslamê dikin, alavên ku dixwazin Îslamê reş bikin. Ola me Îslam kuştin û talankirinê qebûl nake. Ew ola aştî û lêborînê ye. Îslam ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji zilm û bindestiyê derket.  Kesên ku îdiaya Îslamê dikin an ku DAIŞ`ê , armanca wan ne gotina xwedan e. Lê belê xweda ji xwe re kirine dirûşme da ku kuştina xelkê rewa bikin."

Li ser mijara ku çawa DAIŞ`ê ciwanan ber bi xwe ve dikşîne û dixe tarîtiya xwe de, Şêx Ebdurehman ev tişt anî ziman: "Tevî sûc û kuştinê ku DAIŞ`ê dike, gelek kes dipirsin ku çima hê jî baweriya ciwanan bi fikirên terorîst ên DAIŞ`î tê ku ew nûnertiya Îslamê dike. Em dibînin ku şaneyên wî amade ne kuştinê di oxira vê fikireyê de bikin. Ez dixwazim bêjin ku nezanebûn yek ji sedemên sereke ye ku dihêle ciwan ber bi vî fikirî ve biçin. Her wiha DAIŞ`ê ji rewşên jiyanî sûdê digire. Hezkirina  pere û serweriyê du sedemên din ên sereke ne. Lê ew terorîst dizanin ku armanca wan çiye û çi dikin. Ev hemû ji bo xizmeta ajindeyên pêwendîdar e ku tu têkiliya wan bi Îslamê ve tune ye. Lê hene yên ku bi agirê vê planê dişewite."

 ‘DEWLEMENDIYA FIKIR FIKIREYÊN TERORÎST JI HOLÊ RADIKE‘

Şêx Ebdurehman Şewket destnîşan kir ku pirbûna fikir û zengînbûna wan, her wiha azadiya pêşxistina wan dikarin fikirên terorîst ji holê rakin û wiha anî ziman: "Divê civak şerî fikirê tundraw bike. Şerên leşkerî beşek ji vî şerî ye. Beşa mezintirîn şerê li hemberî fikirên terorîst e.  Yek ji rêbazên van şeran, çapemenî, xîtaba olî û panelên diyalogî ye. Ew dozên ku dikevin ser milê kesên ku nûnertiya Îslama rast dikin û dixwazin gotina xwedan bilind bikin."

 ‘OL DIYARDEYEKE KU TÊKILIYÊN DI NAVBERA CIVAKAN DE XURT DIKE‘

Rêber Abdullah Ocalan di pareznameya xwe ya 5`emîn de ji Manvestoya Şaristaniya Demokratîk wiha dibêje: "Ol diyardeyeke ku têkiliyên di navbera civakan de di serdema navîn de xurt dike. Ol di serdema navîn de xwedî bandoreke mîna neteweperestiya heyî bû. Lê di rastiya civakî de perdeyekî îdeolojîk e. Ziman û çanda kevneşopî hebûna resen in."

Di çarçoveya projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hewldanên dewleta Tirk û sîstemên herêmî di têkbirina aramî û ewlehiya herêmê de her wiha tehrîkirina ciwanan ku xîtaba olî, reşkirina di navbera pêkhateyan de, derxistina cûdahiyê bikar bînin da ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bînin.

(bx)

ANHA