Samir El-Şemerî: Armanc ji ''Lihevkirinan'' derxistina fitneyan e

Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê diyar kir ku baweriya bi hikumeta Şamê wekî yê ku baweriya xwe bi hewa bîne ku li aliyekî bi tenê nasekine û got, armanc ji ''Lihevkirinên'' ku hikumeta Şamê behsa wan dike fitneyan li herêmên Rêveberiya Xweser derxîne.

Samir El-Şemerî: Armanc ji ''Lihevkirinan'' derxistina fitneyan e
1 sibat, 2022   04:10
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Piştî Dera, Himis û gundewarê Şamê, hikumeta Şamê têkildarî Dêrazorê jî banga "lihevkirinê" kir, da ku welatî siyaseta ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, li dijî wan pêk tê, qebûl bikin.

Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El-Şemerî ji ajansê re axivî û diyar kir ku hikumeta Şamê bi hewldanên xwe yên banga "lihevkirinê", dixwaze xwe wekî sîstemeke rewa ferz bike da ku gelê qezenc bike û got: "Em îro ji bin siya wê derketine, bûne xwedî îrade û dikarin pêşeroja xwe diyar bikin."

El-Şemerî îşaret bi armancên hikumetê ji "lihevkirinan" kir û ev nirxandin kir: "Armanc dike fitneyan li herêmên Rêveberiya Xweser derxe û me vegerîne wekî beriya 2011`an, bi vê yekê bide xuyakirin ku niştecihên herêmê gazinan dikin û derveyî vegera hikumeta Şamê tu tiştî naxwazin, lê ev yek ne mumkin e pêk were."

Samir El-Şemerî ev li axaftina xwe zêde kir: "Ger hin kes ji tirsa yan jî ji hewcedariyekê çûne herêmên hikumeta Şamê, ji xwe hejmareke kêm e, lê diviyabû ders ji herêmên din derxistibane, nexasim Dera ji ber ku kesê îro lihevkirin pêk anî, a din rojê hate girtin û berdêlekî giran da."

El-Şemerî da zanîn ku baweriya bi hikumeta Şamê û bi "lihevkirin" wekî baweriya bi hewa ye ku li tu aliyan nasekine û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ger em balê bikişînin ser rewşa debarê, ruxmî bûyerên li Sûriyê, lê herêmên herî zêde ji debarê re guncaw in, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

(eh)

ANHA