Kî li pey êrişa DAIŞ’ê ye û kî berpirsiyar e

Kî li pey êrişa DAIŞ’ê ye û kî berpirsiyar e
1 sibat, 2022   01:46

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 20'ê Çileyê êrişê girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin da ku girtiyên xwe birevînin. Ji dema ragihandina tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di aliyê erdnîgarî ve di 23’yê Adara 2019’an de ev êriş a herî dijwar bû.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi rêya teqandina erebeyekê bi dîwarê girtîgehê ve dest pê kir, piştre du motorsiklêt hatin teqandin, girtiyên di girtîgehê de jî telihevî derxistin. Çeteyên DAIŞ’ê yên girtî çekên nobetdaran bi dest xistin. Dûvre şaneyên 200 çeteyî êrişekî dijwar li derdora girtîgehê pêk anîn û xwe di nava taxên Zihûr, Xiwêran, Fakulteya Aborî, navenda firinê û depoyên derdora girtîgehê xwe veşartin

Çeteyan di dema şerê li taxên Zihûr û Xiwêranê de çêbûye, şênî weke mertal bi kar anîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên taybet li dar xistin û sivîl rizgar kirin. Di encama van operasyonan de bi dehan çete hatin kuştin.

Di hundirê girtîgehê de, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destekdayîna QSD’ê li aliyekî û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li aliyekî din de şer derket. Şer 7 rojan bê navber dewam kir. Çeteyên di girtîgehê de û bi dehan ên ku êriş kirin neçar man xwe teslîmî QSD û hêzên ewlekariyê bikin.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN ÊRIŞKAR JI KU HATIN?

Pirsa di vir de ya girîng, şaneyên DAIŞ’ê yên êrişî  girtîgeha Sînaa kirine ji ku hatin? Li gorî lêpirsînên destpêkê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê bi hin çeteyên şaneyên DAIŞ’ê yên êrişkar re yên di êrişan hatine girtin, hate eşkerekirin ku piranî çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî yên dewleta Tirk a dagirker hatin. Ev jî nîşaneyeke bibelge ye ku êriş bi plana dewleta Tirk pêk hatiye.

Her wiha rola hikumeta Şamê di vê êrişê de jî nayê paşguhkirin. Hikumeta Şamê di medyaya xwe de bi hewldana derxistina fitneyan di navbera Kurd û Ereban de propagenda dikir. Di heman demê de şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li çargoşeya ewlekariyê ya di bin kontrola wê de veşart. Îsbata vê yekê; 27'ê Çileyê şaneyek ji 5 çeteyan ji derdora çargoşeya ewlekariyê êriş bir ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Ev êriş ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate têkbirin û şane hate bêbandorkirin.

Armanca sereke ji êrişa li ser girtîgeha Sînaa ew e ku serçeteyên DAIŞ’ê di serî de yên xwedî nasnameyên Tirkî birevînin. Armanca duyemîn jî bi rêya êrişên derve nakokiyek di navbera Kurd û Ereban de derkeve. Ew yek jî bi rêya dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê û qaşo Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ku sîwana siyasî ya çeteyên artêşa nîştimanî ye, pêk hat.

Lê armanca sêyemîn û ya herî girîng ew e ku ji cîhanê re bide xuyakirin ku QSD’ê nikare herêmê biparêze. Lê hemû plan hatin têkbirin. Ji ber QSD’ê êriş têk bir, girtîgeh kontrol kir û di demeke guncaw de şaneyên DAIŞ’ê yên êrişkar têk bir.

KÎ BERPIRSIYAR E?

Êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa, delîlên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kirin ku hîna xeteriya çeteyên DAIŞ’ê heye û gefên rasteqîn ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin lê belê li ser tevahî cîhanê dixwin û destekdayînê sereke ji çeteyan re dewleta Tirk a dagirker e. Ji ber dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên bênavber hewl dide QSD’ê lawaz bike. Nîşaneya vê yekê jî, piştî ragihandina QSD’ê ya kontrolkirina girtîgeha Sînaa di 26’ê Çileyê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke bejahî li ser Til Temirê pêk anîn.

Lê berpirsiyariya mezin dikeve ser milê Koalîsyona Navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî. Ji ber wan êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide QSD’ê lawaz bike û piştre girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike, ku 7 girtîgeh in û tê de nêzî 12 hezar çete hene, rawestandin.

Li kêlek wê jî civata navneteweyî û dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê yên li ser avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê paşguh kirin, dosyaya bermahiyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan ên li kampa Holê ku nêzî 60 hezar in ku piranî jin û zarok in paşguh kir.

ENCAM

Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê, hevgirtina tevahî pêkhateyên gel ji Kurd, Ereb û Sûryan, di serî de jî şêniyên taxên Zihûr û Xiwêranê plan têk bir, nehişt girtî ji girtîgeha Sînaa birevin û nakokiyekê di navbera Kurd û ereban de derkeve. Careke din QSD’ê îsbat kir ku ew hêzên niştimanî yên sûrî yên pispor in.

TIŞTÊ TÊ XWESTIN…

Bi armanca ku dosyaya çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî dawî bibe, divê Koalîsyona Navneteweyî, civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi cidî bixebitin, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, belgeyên rasteqîn ên girêdayî têkiliyên xurt di navbera dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de di ber çavan re derbas bike û li ser wê bixebite, dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derxe ku ew herêmê bûne navenda hewandina çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha divê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

(fr)

ANHA