Rojnameyên erebî: Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li nêzî Şamê kir

Rojnameyên erebî têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê û hilbijartinên serokkomariyê yên Iraqê, her wiha rewşa Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li nêzî Şamê kir
Rojnameyên erebî: Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li nêzî Şamê kir
Rojnameyên erebî: Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li nêzî Şamê kir
1 sibat, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ LI DIJÎ NUQTEYÊN HIZBULLAHÊ YÊN LI NÊZÎ ŞAMÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Îsraîlê duh nuqteyên leşkerî û depoyên çek û cebilxaneyan ên Hizbullaha Lubnanê yên li nêzî Şamê bombebaran kirin, çend roj piştî ku Rûsyayê dewriyeyên esmanî yên hevbeş li gel balafirên Sûriyê li Colanê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên Hizbullaha Lubnanê li derdora bajarokê El-Qitîfê ku dikeve rojhilatê herêma Qelemûn, li bakurê rojhilatê paytext Şamê, bombebaran kirin.

SOHR'ê diyar kir ku herî kêm pênc caran dengên teqînê li bajarê El-Qitîfê hatin bihîstin, piştre agir bi nuqteyên leşkerî û depoyên çek û cebilxaneyên Hizbullahê ketin. Di encamê de ziyanên canî çêbûn.              

Di salên borî de, artêşa Îsraîlê bi sedan êrişên esmanî li Sûriyê pêk anîn û navendên artêşa Sûriyê, bi taybet navendên hêzên Îran û Hizbullahê kirin armanc.”

‘RÊKEFTINEK DI NAVBERA SEDR Û PARTIYÊN ŞÎE DE JI BO PIŞTGIRIYA BERHEM SALIH’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Aliyên siyasî yên Iraqê piştrast kir ku formeke rêkeftinê di navbera rêberê Tevgera Sedr Muqteda El-Sedr û partiyên şîe de tê sazkirin ji bo piştgiriya namzetiya Berhem Salih.

Ev yek hemwextî hewlên ji bo aramkirinê pêk tê, wekî însiyatîfa Mesûd Barzanî serokê PDK’ê ku li gorî çavdêran armanca wê lihevanîna El-Sedr û partiyên şîe de ye û ji bo bihêzkirina îstiqrarê di hikumeta nû de ye.             

Partiyên siyasî yên Iraqê ragihand ku lihevkirina li ser namzetiya Berhem Salih destpêka lihevkirineke berfireh li ser hikumetê ye û eşkere kirin ku çarçoveya lihevkirinê li ser wê bingehê ye ku Nûrî Malikî di hemû rewşan de ji hikumetê were dûrxistin.”

‘PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ HEFTEYA BÊ DÊ SEROKWEZÎR HILBIJÊRE’

Li ser rojeva Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih ragihand ku wergirtina dosyayên namzetên serokatiya hikumeta nû dest pê kiriye, di heman demê de tirs zêde bûye ku parlamento li 2 hikumetan dabeş bibe.

Salih di civîna parlamentoya Lîbyayê ya li Tabruqê de piştrast kir ku meclis dê di civîna 8'ê Sibatê de serokê hikumeta nû hilbijêre û da zanîn ku parlamento dê dosyayên namzetên wergire, piştre Komîteya Nexşerêyê dê bi Meclisa Bilind a Dewletê bişêwire.

Meclisa Nûneran hefteya borî 13 şertên serokwezîriyê diyar kirin.”

(dx)