Xefika ‘lihevkirinan’ gihaşt gundewarên Helebê

Tevî ku ji destpêkê ve armancên "lihevkirinan" diyar bûn, lê ruxmî wê jî îro li navçeya Meskene ya Helebê bi çavdêriya Rûsyayê dest pê dikin.

Xefika ‘lihevkirinan’ gihaşt gundewarên Helebê
31 ÇILE, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê xefika “lihevkirinan” li Sûriyê didomîne û ji bo berjewendiyên xwe hewl dide ciwanan bi van lihevkirinan dixapîne; yan dibe leşkeriyê yan jî wan dikuje.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro li navçeya Meskene ya li rojhilatê bajarê Helebê “lihevkirin” bi çavdêriya Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dest pê dikin. Beriya wê bi du rojan ev “lihevkirin” li deverên başûrê Şamê li dar ketin.

Hikumeta Şamê li gelek herêman bi armanca ku wan careke din kontrol bike, propagandaya “lihevkirinan” dike. Lê tecrubeya rojane îsbat dike ku ev lihevkirin tu ewlehiyê li wan herêman çênake.

Hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê di Mijdara borî de dest bi van “lihevkirinan” kiribû ku li Dera û Dêrazorê bi bin ketin. Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi hezaran ciwanên Dêrazor, Meyadîn û Bokemalê tev li dewreyeke leşkerî kirin û di şerên li dijî DAIŞ`ê de li beyarên Sûriyê bi kar anîn.

Hikumeta Şamê senaryoya “lihevkirinan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Reqayê ji nû ve dubare kir. Lê şênî û rûspiyên Ereb ên Reqa û gundewarên wê ev lihevkirin red kirin.

Piraniya kesên ku tev li van “lihevkirinan” bûne, yan di girtîgehan de ne yan jî di şerên hikumeta Şamê de ne.

Li gorî SOHR`ê di vê mehê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê zêdetirî 42 kes li gundên Mirêiyê, Cifra, Bolîl, Zibarî û El-Mû Hesen ên li rojhilatê Dêrazorê ku tev li “lihevkirinan” bûne, girtin.

(şx)