Komîteya Rûspiyan a Helebê: Em bi QSD`ê re ne

Komîteya Rûspiyan a Helebê diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa bi destê dewleta Tirk hatiye plankirin û got em bi QSD`ê re ne.

Komîteya Rûspiyan a Helebê: Em bi QSD`ê re ne
31 ÇILE, 2022   11:09
HELEB

Îro Komîteya Rûspiyan a Helebê dauxyaniyek da û tê de êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê şermezar kir.

Bi dehan endamên komîteyê li pêşiya navenda komîteyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn. Endamê komîteyê Ebdurehman Xezo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komîteyê got êrişa li ser girtîgeha Sînaa bi destê dewletên herêmî, bi taybet dewleta Tirk hatiye plankirin û armanca wê ya sereke derxistina tevliheviyê û têkbirina tevna civakî ya Sûriyê ye.

Komîteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku QSD bi ser ket û rê li pêşiya DAIŞ`ê girt. Ev jî îsbat dike ku gelê herêmê piştgiriya QSD`ê dike. Komîteyê di dawiyê de got: “Em bi QSD`ê re ne.” 

(şx)

ANHA