Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 ciwan li Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 ciwan li navçeya Şiyê ya Efrînê revandin û birin girtîgeheke li navenda kantona Efrînê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 ciwan li Efrînê revandin
31 ÇILE, 2022   10:12
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Polîsên Leşkerî û Semerqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, 4 ciwan ji gundê Hikîçê yê navçeya Şiyê revandin.

Navên ciwanan wiha ne: Şêrhat Zaîm Hesen (28) ku ji malbata Dalo ye, Ridwan Reşîd Miho (30), Ebdulqadir Reşîd Hesen (32) û Ziyad Arif Miho (34).

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî ciwan birine girtîgeheke xwe ya li Efrînê.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Şêrhat Zaîm Hesen beriya vê ji aliyê çeteyên Sad Bin Ebî Weqas ve di 17.08.2021`an de hatibû revandin û piştre li beramber fîdyeyê serbest hatibû berdan.

(şx)

ANHA