Jinên Şehbayê: Ramanê rêbertî ji Rojhilata Navîn re modela çareseriyê ye

Jinên kantona Şehbayê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, fikir û felsefeya rêbertî ji bo avakirina civakeke demokratîk, azad û çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn, modela herî guncaw e

Jinên Şehbayê: Ramanê rêbertî ji Rojhilata Navîn re modela çareseriyê ye
31 ÇILE, 2022   01:47
ŞEHBA

Komploya navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat û li Kenyayê rêber Ocalan hate dîlgirtin. Bi wê komployê xwestin rêbertî ji gel bi dûr bixin, vîna jinê di avakirina civakeke azad de bişikînin, nehêlin fikirê wî were belavkirin. Ji ber ku rêbertî li dijî koletî tê dikoşe.

ꞌDI ŞEXSÊ RÊBER OCALAN DE XWESTIN VÎNA JINAN BIŞIKÎNINꞌ

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîteya Perwerdê ya Kantona Şehbayê Xezale Elo axivî û îşaret bi komploya dewletên kapîtalîst a li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Armanc ji komployê lawazkirina vîna jinan bû, ji ber ku armanca sereke ya rêber Ocalan koletiya li dijî jin were bidawîkirin. Ji ber ku jin ji mafên xwe bê par mane. Van dewletên hegemon xwestin di şexsê rêbertî de vîna jinan bişikînin û lawaz bikin."

Xezale Elo wiha domand: "Armanc ji vê komployê têkbirina projeya neteweya demokratîk û û xebata jin tenê di malê de sînordar be. Lê dema min fikirê rêbertî nas kir, ez tê gihaştim ku rêbertî di hemû aliyan de banga parastina mafên mirovan kir, piştgirî da jinê ku nêrîna xwe parve bike û parastina mafên xwe bike."

Xezale Elo diyar kir ku jinan bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan di qadên siyasî û leşkerî de hebûna xwe îsbat kir, ji ber ku bêyî pêşketin û rizgarkirina jinan, ne mumkin e civak pêşde biçe.

Xezale Elo wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li dijî bindestiyê li ber xwe bidin û tê bikoşin, her wiha em ê hemû jinên di civakê de bi zilmê re rû bi rû dimînin, hişyar  bikin."

ꞌÎDEOLOJIYA RÊBER OCALAN DAWÎ LI ZILMA LI SER JINAN Û SÎSTEMA DESTHILAT TÎNEꞌ

Endama Komîteya Perwerdê ya Kantona Şehbayê Cîhan Kûsa axivî û got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan, jinan bi vîna xwe ya azad li ser bingeha azadî û fikirê azad xwe bi rêxistin kir û di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe isbat kir û rola xwe ya hevbeş list."

Cîhan Kûsa bi domdarî got: "Fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk û azad modela herî guncaw e, ji ber ku îdeolojiya wî dawî li zilma li ser jinan tîne, ji lewma ev komplo li dijî wî pêk hat. Li ser vê yekê bi navê jinên Şehbayê em vê komployê şermezar dikin."

ꞌKOMPLO NIKARE VÎNA ME LAWAZ BIKEꞌ

Endama rêber a Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Emel Silêman îşaret bi komploya 15`ê Sibatê kir û got: "Ev komplo nikare rêgezên me biguhere, berovajî vê yekê israra me ya li ser azadî, serkeftinê, banga mafên xwe û azadiya fîzîkî ya rêbertî, xurttir dike."

Emel Silêman da zanîn ku dewletên destpotîzim û kapîtalîst di şexsê rêber Abdullah Ocalan de, xwestin vîna jinan lawaz bikin.

Emel Silêman wiha pê de çû: "Rêber Ocalan girîngî da kevirê bingehîn ê ji bo xurtkirina mafên jinan û xwesteka azadiya jinan û guhartina zihniyeta mêran li hember civakê. Wê yekê hişt ku jin di vê têkoşînê de îsrar bike ku şoreşa azadiyê bi ser keve. Her wiha tevahî dewlet dizanin ku fikir û felsefeya rêbertî ji her dozeke asê ya li Rojhilata Navîn re çareserî ye."

Emel Silêman di dawiyê de got, ew ê her tim banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin, ji ber ku rêberê gelê azadîxwaz e.

(eh)

ANHA