'Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin'

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ku hemwextî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaayê zêde bûn û got: "Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin."

'Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin'
31 ÇILE, 2022   04:18
MINBIC – EHMED QERAÇA

Di rojên borî de gundewarên bakur rojavayê bajarê Minbicê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Di encama wê de welatî birîndar bûn.

25`ê Çileyê,  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Toxara Mezin topbaran kir û di encama wê de du welatî birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Her wiha dagirkeran gundê El-Seyade û Yalnî yê bakur rojavayî bajarê Minbicê topbaran kir. Ev topbaran, hemwextî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa û hewldana revandina bi hezaran DAIŞ'iyên girtî pêk hatin.

Di vê çarçoveyê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El-Cabirî wiha axivî: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst êrişî girtîgeha Xiwêranê kir, dewleta Tirk û çeteyên wê eniyênê şer topbaran kir. Ev jî nîşaneyeke ku DAIŞ`ê zarokekî delalî li gel Tirkiyê ye. Ji ber wê sînor li pêşiya wan vekir da ku derbasî xaka Sûriyê bibin."

El-Cabirî wiha domand: "Her tim sivîl têne topbarankirin. Ev jî tişta ku herî zêde  em li ser difikirin. Ji bo vî welatî em canê xwe feda dikin. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin ku em dev ji xaka xwe bernadin ku berdêla wê xwîna me be jî. Ji ber ku ev herêm bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin."

Şervanê bi navê Mihemed Ehmed anî ziman ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji topbarana beriya du rojan ne nuqteyên leşkerî bû û wiha domand:  "Lê belê malên sivîlan û zeviyên çandiniyê dikirin hedef. Di encama wê de ziyanên madî û mirovî çêbûn. Beriya demekê jî jinek û zaroka xwe şehîd bûn."

19`ê Kanûna 2021`an Sena El-Elî û zaroka wê ya 6 mehî li gundê El-Seyada yê bakurê Minbicê şehîd bûn.

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji gûrkirina eniyên şer di dema ku êriş li dijî girtîgeha Xiwêranê tê kirin ku destekê bide terorê û wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê bi top û moşekan sivîlan topbaran dikin û dixwazin ragihînin ku QSD`ê nikare gel biparêze."

Mihemed Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em amade ne li hember hemû êrişan bisekinin ku çi ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve yan jî ji aliyên din ve be."

(bx)

ANHA