​​​​​​​Li Girtîgeha Bolûyê girtiyek hat qetilkirin

Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê ku 30 sal dîl dihat girtin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê hat qetilkirin.

​​​​​​​Li Girtîgeha Bolûyê girtiyek hat qetilkirin
30 ÇILE, 2022   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtî bû hat qetilkirin. Rêveberiya girtîgehê ku telefonî malbata Bîlgîn kir, îdîa kir ku "ji ber krîza dil" jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Bîlgîn ê ku hat qetilkirin ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Enqereyê.

Malbata Bîlgîn ji bo cenaze wergirin ji Çewlikê hatin Enqereyê. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD) Şaxa Enqereyê Kenan Maçoglu jî çûn ber ATK'ê.

Otopsiya Bîlgîn li ATK'a Enqereyê dewam dike. Hat diyarkirin ku piştî karên otopsiyê wê Bîlgîn bibin bajarê wî.

Bîlgîn ê ku qeyda wî li ser navçeya Genç a Çewlikê bû, tenê 5 meh mabû ku bê berdan. Hate hînbûn ku Bîlgîn zêdetir 29 sal di girtîgehê de ye 3 sal berê krîza dil derbas kiriye.