Serokê Îsraîlê gihaşt Îmaratê

Cara yekemîn serokê Îsraîlê Isaac Herzog îro serdana Îmaratê kir.

Serokê Îsraîlê gihaşt Îmaratê
30 ÇILE, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog vê sibê ji Til Evîvê ber bi Îmarartê ve bi rêket. Ev cara yekemîn e ku serokekî îslraîlî serdana dewleteke kendavê dike.

Beriya serdanê Isaac Herzog li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê erebî nivisî û got: “Em kêfxweş in ji ber ku em vê sibê dîrokê çêdikin. Niha bi hevserê xwe re Michel em diçin Îmaratê. Ev serdan ji bo gelên Rojhilata Navîn mizgîniya aştiyê ye.” 

Serokê Îsraîlê û hevsera wî li balafirgeha serokatiyê ya li Ebû Dabî ji aliyê wezîrê derve û hevkariya navneteweyî ya Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid Al Niheyan ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê Îsraîlê piştî ku gihaşt balafirgehê hema li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Em bi coşa pêşwazîkirinê kêfxweş bûn.”

Li gorî bernameya serdanê, Isaac Herzog dê destpêkê bi wezîrê derve û hevkariya navneteweyî ya Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid Al Niheyan re bicive. Piştre dê merasîmeke fermî li qesra serokatiyê li Ebû Dabiyê jê re were lidarxistin. Dûre dê bi mîrê Ebû Dabî û cîgirê fermandariyê bilind ê hêzên çekdar ên Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Niheyan re bicive.

(şx)