Meclisa Leşkerî ya Hecînê 9 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê 9 çeteyên DAIŞ`ê girtin ku xwe amade dikirin êrişên terorîst pêk bînin.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê 9 çeteyên DAIŞ`ê girtin
30 ÇILE, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya hemleya wê ya li dijî terorê de, 9 çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Ebû Hemam û Ebû Herdûb li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girtin ku xwe amade dikirin êrişan pêk bînin.

Hêzên bi wan re bêtêl û gelek belge girtin ku têkiliyan wan bi êrişên terorîst û dewleta Tirk a dagirker re eşkere dikin.

Hêzê meclisê destnîşan kir ku hemleya wan heta tunekirina terorê li herêmê berdewam e.

(şx)

ANHA