HPG nasnameyên 6 şehîdan eşkere kir

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên ku 7'ê Hezîrana 2020'an li Dersimê şehîd bûne eşkere kirin û got: "Soza serketinê ku me daye şehîdên xwe, em ê bi cih bînin."

HPG nasnameyên 6 şehîdan eşkere kir
30 ÇILE, 2022   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku li Dersimê şehîd bûn ev agahî da:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Hezîrana 2020'an de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 30'ê Gulana 2020'an li Geliyê Axvanosê yê navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonekê ji bo dagirkeriyê kiriye û vê operasyonê heta 7'e Hezîranê dewam kiriye. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, di şer de gelek dagirker hatin cezakirin. Me bi raya giştî re parve kiribû ku di vî şerî de hevrêyên me Denîz, Agir, Jiyanda, Gulan, Mûnzûr û Rênas bi fedayî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Bager

Nav paşnav: Sadik Akmaz

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Dayik-Bav: Melek-Hidir

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Agir Zirebar

Nav paşnav: Mûsa Dilavîz

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Sayîbe-Venîs Hisen

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Jiyanda Gewda

Nav paşnav: Lale Acar

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Besra-Nûrî

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Gulan Siyadem

Nav paşnav: Newroz Alkaş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav:

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav. Mûnzûr Amed

Nav paşnav: Alî Cahfer Aztagaç

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Fatma-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Rênas

Nav paşnav:

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav:

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim