​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbya sûca kuştina Yasmîna 5 salî şermezar kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê sûca li dijî Yasmîna 5 salî şermezar kir û bang li aliyên ewlehiyê kir ku sûcdaran bigirin û wan ceza bikin.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbya sûca kuştina Yasmîna 5 salî şermezar kir
30 ÇILE, 2022   10:19
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê têkildarî sûca li dijî zaroka 5 salî ya li Minbicê rû daye daxuyanî da û tê de ev sûc şermezar kir.

Endama rêveber a nivîsgehê Macîde El-Kreym daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xwend. Gelek jinên ji Tebqayê û endamên rêveber ên saziyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di dauxyaniyê de nivîsgehê, destnîşan kir ku sûca li dijî Yasmîn a 5 salî, sûceke hovane li dijî mirovahiyê ye. Ji bo wê bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku kir ku li dijî zihniyeta destdirêjiyê tedbîran bigirin.

Her wiha nivîsgehê ev sûc şermezar kir û destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan, berdewam in beyî ku hesab ji sûdaran bê xwestin.

Di dawiyê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya bang li aliyên têkildar kir ku sûcdarên kuştina Yasmîn bigirin, wan ceza bikin. Her wiha banga vekirina nivîsgehên parastina mafên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku mîna van sûcên hovane li dijî zarokan careke din neyê kirin.

(şx)

ANHA