Malbatên şehîdan banga derxistina PKK`ê ji

Malbatên şehîdan ên Kobanê bang li dewletên peywendîdar kir ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin û got: "Em ê heta serkeftinê piştgiriya berxwedana gerîlyan bikin."

Malbatên şehîdan banga derxistina PKK`ê ji
30 ÇILE, 2022   07:17
KOBANÊ

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" li Kurdistanê û cîhanê gelek kampanya hatine lidarxistin. Di 13`yê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî kampanyek ragihand, ji 30 welatan zêdetirî hezar kes tev lê bûn.

Malbatên şehîdan ên Kobanê beşdarî kampanyaya rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir. Ciwanê bi navê Welat Şêxo bang li tevahiyan kir ku beşdarî kampanyayê bibin û got: "PKK û gerîla zarokên vî gelî ne."

Şêxo got, PKK û gelê Kurd bedeneke ku ji hev nayê qutkirin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Dema ku PKK`ê bi terorê tawanbar dikin, di heman demê de gelê Kurd jî tawanbar dikin, ji ber ku her du bedeneke in ku ji hev nayên qutkirin. Li ser vê yekê em ê heta dawiyê li kêleka gerîla tê bikoşin."

Ciwanê bi navê Şahîn Qolagasî jî wiha got: "PKK`ê li her deverê piştgiriya bindestan dike û êrişî tu kesî nekiriye. Isbata vê yekê jî dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, bi hawara gel ve çûn û wan rizgar kir."

Şahîn Qolagasî bang li dewletên peywendîdar kir ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin, ji ber ku banga aştiyê dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Malbatên şehîdan dê heta serkeftinê li kêleka gerîlayan bin."

Ciwana bi navê Zîn Ehmed ku xwişka du gerîlayan e got: "Gerîla şerê tu kesî nekiriye, heta tu sûcên terorîstane jî pêk neanîne, ji wê zêdetir dixwazin li herêmê aştî û wekhevî misoger bibe."

Zîn Ehmed banga derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" kir û got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin, êdî bes e."

(eh)

ANHA