​​​​​​​Jinên siyasetmedar: Tirkiye bûye girtîgeheke mezin

Jinên siyasetmedar destnîşan kir ku ligel çewisandina ku Erdogan li dijî çalakvan û siyasetmedaran dimeşîne Tirkiye bûye girtîgeheke mezin û got: " Girtiyên bêsûc bi mirina hêdî re rû bi rû dihêle. "

​​​​​​​Jinên siyasetmedar: Tirkiye bûye girtîgeheke mezin
30 ÇILE, 2022   02:45
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Erdogan bernameya îstîsmarê ya 2022`yan eşkere kir û tê de diyar bû ku ji bo avakirina 64 girtîgehên nû, milyarek û 988 milyon û 64 hezar lîreyên tirkî ji Wezareta Edlê re veqetandiye. 

Rojnameyeke tirkî demeke berê ragihandibû ku hikumeta Tirkiyê derdora 2 milyar lîre ji bo avakirina girtîgehên din veqetandiye.

Hat destnîşnakirin ku ev girtîgeh dê li bajaran mîna Malatya, Konya, Mûş, Tokat û Zonguldak werin avakirin.

Piştî derbeya sala 2016`an, hemleyeke ewlehiyê li dar ket. Di encamê de hejmara girtiyan di girtîehên Tirkiyê de gihaşt 300 hezar girtî. Li gorî daneyên Meclisa Ewropayê ku ajansa Deutsche Welle ragihandiye, li Ewropayê, di mijara hejmara girtiyan de, Tirkiyê di rêza duyemîn de ye.

Ji hejmara zêde ya girtîgehan û siyasetmedarên girtî siyasetên desthildata Tirkiyê eşkere dibin ku di mehên Kanûna borî û Çileyê de 7 girtî hatin kuştin. Di nav wan de jinek heye. Li gorî agahiyên ji girtîgehê hatin bidestxistin, girtiyên nexweş bi mirina hêdî re rû bi rû tên hiştin.

`TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEHEKE MEZIN`

/kr/uploads/files/2022/01/29/191047_.webp

Endama rêveber a Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim destnîşan kir ku ligel desthilata AKP`ê Tirkiye veguheriye girtîgeheke mezin. Bi taybet rojnamevan, siyasetmedar û hiqûqnasên jin tên girtin. Hişmendiya AKP`ê bi serkotiya Erdogan, hevbeşî û demokratiyê qebûl nake û tenê demokratiyê îdia dike.

Ji hejmara mezin a girtiyên jin û sûcên li dijî wan tên kirin ku digihêjin asta sûcên li dijî mirovahiyê eşkere dibe ku dewleta Tirk rêzê ji qanûnên mafên mirovan re nagire. Girêdayê wê Stêr Qasim got, ev sûc li ber çav û guhên civata navneteweyî li dijî jinan tên kirin û tu helwest nîşan nade.

 Stêr Qasim anî ziman ku demokratiya ku AKP`ê banga wê dike, derew e û ji dîrokê diyar dibe ku ew li dijî azadiya gelan û hêviyên wan in.

Têkildarî qanûnên navneteweyî yên mafên jinan Stêr Qasim wiha got: “Bi nêrîna min, berjewendiyên navneteweyî ên têkil hev, rê da pergala zordest da ku devan bigire û azadiyê sînordar bike û demokratiyê berovajî bike. Tenê ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê ruxmî wê, heke civata navneteweyî bixwaze, dikare dewleta Tirk muhesebe bike. Lê ew berjewendiya xwe di ser her tiştî re digire.”

 `CIVATA NAVNETEWEYÎ BERJEWENDIYÊN XWE DI XIRABKIRINA TÊKILIYÊN XWE DE BI TIRKIYÊ RE NABÎNE'

Stêr Qasim di vê çarçoveyê de got: “Berjewendiyên hevbeş bi rejîma Tirk re hene. Ji ber wan berjewendiyan sûcên wê tên paşguhkirin. Civata navneteweyî wan sûcan bi kar û barên hundir bi nav dike. Ne ji berjewendiya wê ye ku têkiliyên xwe bi dewlet Tirk re xirab bike.” 

Stêr Qasim di berdewama gotinên xwe de behsa zêdebûna tundiya li dijî jinên siyasetmedar li Tirkiyê kir û got: “Tirkiye veguheriye girtîgeheke mezin. Hebûna jinan di partiyên muxalefetê yên parlamantoyê de li gorî AKP`ê û Erdogan e. Ji ber ku Erdogan kesek şovanîst e û bi demokratiyê bawer nake û neteweyên din qebûl nake.”

/kr/uploads/files/2022/01/29/191019__1.webp

Girêdayî heman mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên destnîşan kir ku tundî û çewisandina li dijî girtiyên jin berdewam e û got: “Dewleta Tirk armanc dike vîna jina azad bişikîne.”

` SÛCDAR NAYÊN CEZAKIRIN`

Jiyan Hisên diyar kir ku dewleta Tirk ji van siyasetên xwe yên şovanîst armanc dike, siyasetmedaran û muxalifan bitirsîne.

Her wiha îşaret bi qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên jinan kir û got: “Ev qanûn bê feyde ne. Rê li pêşiya sûcên li dijî jinan negirt. Li gel dadwariyek di bin bandora mêran de, sûcdar nayên cezakirin.”

Jiyan Hisên destnîşan kir ku jinên ku nêrîna xwe têkildarî siyaseta desthilatê parve dikin, gef li wan tên xwarin an jî tên girtin.  

Jiyan Hisên bang li rêxistinên jinan ên li Kurdistanê kir ku li hember sûcên li dijî jinan tên kirin bibin yek.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û yên jinan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne û wê li pêşberî dadgehên navneteweyî darizînin.

(şx)

ANHA