Kurdên li Awisturyayê şehîdên berxwedana Hesekê bi bîr anîn

Li paytexta Awisturya, Viyana bi merasîmekê şehîdên berxwedana Hesekê hatin bi bîranîn.

Kurdên li Awisturyayê şehîdên berxwedana Hesekê bi bîr anîn
Kurdên li Awisturyayê şehîdên berxwedana Hesekê bi bîr anîn
29 ÇILE, 2022   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vexwendina rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Awisturya, bi dehan Kurd û malbatên şehîdan tev li merasîma bîranîna şehîdên berxwedana Hesekê bûn.

Endamê rêxistinê Omer Mele Mehmûd axivî û îşaret bi berxwedana qehremane ya şervanên QSD`ê ya li dijî hêzên tarî yên di girtîgeha Hesekê de, kir. Mele Mehmûd her wiha behsa şehîdên ku rêgezên niştimanparêzî û berxwedana lehengane xurttir kirin, kir.

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Awisturya Dr Sebrî Emo axivî û îşaret bi qehremaniya QSD`ê û berdêlên şehîdan kir û got: "Bi saya wan komploya qirêj a li dijî gelê herêmê hate têkbirin."

Di merasîmê de malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd, da.

(eh)