Jinên Minbicê banga cezakirina tecawizkar û qatilên zaroka 5 salî kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi daxuyaniyekê tecawzikirin û qetilkirina Yasmîna 5 salî şermezar kir û got: "Divê kesên ku van sûcan dikin werin cezakirin."

Jinên Minbicê banga cezakirina tecawizkar û qatilên zaroka 5 salî kir
29 ÇILE, 2022   16:24
MINBIC

Daxuyanî bi amadebûna malbata Yasmîn, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, sazî û komîteyên jinan û Asayîşa Jin hate xwendin. Berdevka nivîsgehê Nesrîn Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê tecawiza li Yasmîn a 5 salî û qetilkirina wê hate şermezarkirin û hate gotin, ev sûc ne aqil, ne jî ol û exlaq û pîvanên civakê tehemûl dike, qetilkirina zaroka bêguneh ji bo mirovahiyê rûreşiyek û hemû pîvanên civakê bin pê dike.

/ar/uploads/files/2022/01/29/144358_nsryn-alaly.webp

Her wiha hate destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Antî-Teror dê sûcdaran bigirin û wan radestî dadgehê bikin da ku werin cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:"Bi navê jinên Minbic û saziyên taybet ên jinan em dibêjin, em ê li dijî çi kesên ku mîna van sûcan dikin, tê bikoşin da ku werin cezakirin û ji bilî xwe re bibin mînak. Em bi hemû hêza xwe hewldana parastina civaka xwe dikin, her wiha parastina zarokên xwe ji van sûcan dikin."

Heya niha sucdarên ku tecawîzê yasmîn kirin û piştre jî kuştin nehatine girtin. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Minbic'ê ji bo ku van sucdaran tespît bigire û derbixe pêş dadgehê lêpirsînê berdewam dike. 

(eh)

ANHA