Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist

Bi diruşma "Sûriyeke demokratîk pirrengî nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye..hêzên me pêşengên me ne...partiya me hêviya me ye", Meclisa  Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe yê 2`emîn li navçeya Sirînê ya Kobanê li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe li dar xist
29 ÇILE, 2022   16:01
KOBANÊ

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan ên herêmê, endamên partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tev li kongreyê bûn.

Destpêka rojeva kongreyê serokê meclisa partiyê şaxê herêma Firatê Ferhan Hec Îsa axivî û got: "Hemû hewldanên me ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û çareserkirina aloziya Sûriyê ye.  Ev jî bi rêya diyalogan pêkan e ku hemû gelên xwe tîne ser maseyekê."

Ferhan Hec Îsa ev li axaftina xwe zêde kir: "Em bang li hemû gelê herêmê dikin ku li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk, yekitiya xwe ava bikin da ku planên wê yên bi armanca derxistina fitneyên di navbera gelê herêmê de, werin têkbirin."

Dûvre hevseroka Meclisa Navçeya Kobanê Neda Cader perspektîfên partiyê xwendin û tê de ev hate destnîşankirin: "Sûriye di aloziyeke herêmî re derbas dibe û da ku dawî li vê aloziyê were, divê stratejiyeke partiyê hebe ku rêxistineke serkeftî bi dest bixe û bikare astengiyan derbas bike."

Li aliyekî din hate gotin: "Krîzên binesazî û şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn di serdema dawî de hatin xuyakirin. Bûyerên ku îro li qada Sûriyê têne qewimandin, encamên lîstokên hêzên derve û hundirîn in da ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê biparêzin."

Piştî xwendina perspektîfan, beşdaran rewşa herêmê nîqaş kir û nêrînên xwe têkildarî aloziya Sûriyê bi giştî û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet anîn ziman.

Di dawiyê de jî rapora salane ya partiyê hate xwendin û hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Ferhan Hec Îsa bû serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê û Neda Cader bû cîgir.

(eh)

ANHA