Di şerê li taxa Xiwêran de 4 çete hatin kuştin, 1 hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê, şaneya çeteyên DAIŞ'ê ya li kolana Axawat a taxa Xiwêran xwe veşartibû têk bir. Li tevahî taxên bajar operasyonên lêgerînê berdewam in.

Di şerê li taxa Xiwêran de 4 çete hatin kuştin, 1 hat girtin
29 ÇILE, 2022   15:28
HESEKÊ

Beriya çend saetan, li kolana Axwat a taxa Xiwêran, nêzî dibistana Fatîma Zehra di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke DAIŞ'ê ya ji 5 çeteyan pêk dihat de şer derket.

Nûçegihanê ji taxê ragihand ku şaneya çeteyan hate bêbandorkirin, 4 çete hatin kuştin û yekî din kbirîndar bû, hate girtin.

Operasyonên lêgerînê li taxên Hesekê berdewam dikin.

Beriya saetekê jî di operasyona li nêzî firneya alî ya taxa Xiwêran de, 3 çete hatin girtin.

ANHA