2 şehîdên bira yên pêngava "Gurzê Gelan" hatin oxirkirin

Cenazeyên du şervanên QSD'ê yên bira Mihemed Îyade El-Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El-Tebxan (Heyder) ku pêngava "Gurzê Gelan" ya bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

2 şehîdên bira yên pêngava "Gurzê Gelan" hatin oxirkirin
2 şehîdên bira yên pêngava "Gurzê Gelan" hatin oxirkirin
2 şehîdên bira yên pêngava "Gurzê Gelan" hatin oxirkirin
2 şehîdên bira yên pêngava "Gurzê Gelan" hatin oxirkirin
29 ÇILE, 2022   15:15
HESEKÊ

Bi sedan şêniyan cenazeyên şerevanên QSD'ê yên bira Mihemed Îyade El-Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El-Tebxan (Heyder) ên bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, ji Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre yek ji fermandarên QSD’ê Sayil El-Zoba axivî û da zanîn ku pêwîstî bi berdewamkirina şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û aliyên hewl didin xaka Sûriyê dagir bikin, heye.

El-Zoba wiha got: "Em ji cîhanê re dibêjin em yek gel û yek dest in û li dijî tevahî komployên li dijî me disekinin. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê heta têkbirina tevahî komployên li dijî herêmê li ser rêça şehîdan bimeşin."

Hevseroka Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esed wiha got: "QSD’ê şêniyên Hesekê parast û bi saya berxwedana wan a lehengane nehişt terorîst ji girtîgehê derkevin."

El-Esed bang li civata navneteweyî kir ku li kêlek QSD’ê bisekinin û bi erka xwe ya li hember çeteyên DAIŞ’ê û çi hewldana şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm nasnameya her du şehîdan xwendin û radest malbata wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(fr)

ANHA