QSD'ê li rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ'ê girtin

QSD’ê 5 çeteyên DAIŞ'ê ku amedehiya êrişan dikir, li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê girtin.

QSD'ê li rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ'ê girtin
29 ÇILE, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê 5 çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê ku amadekarî ji bo êrişan dikirin, girtin.

Li gorî malperê, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê dest danîn ser alav û belgeyên ku beşdarbûna çeteyan di pêkanîna êrişên terorîstî de îsbat dikin û hejmarek ji çekên sivik ku di êrişan de bi kar dianîn.              

(dx)