Bazirganekî madeyên hişbir hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Eyn Îsayê bazirganekî madeyên hişbir girt.

Bazirganekî madeyên hişbir hate girtin
29 ÇILE, 2022   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kesekî ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, piştî şopandinê di 26'ê Çileyê de hate girtin û 220 hebên Captagon ên pê re hatin desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de, ew li xwe mikur hat ku madeyên hişbir difiroşe û ji dozgeriyê re hate veguhastin.

(dx)