​​​​​​​Li Tebqayê 23 hezar darên zeytûnê tên çandin

Bi armanca zêdekirina hêşînahiyê li herêmê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Tebqayê projeya çandina 23 hezar darên zeytûnê li deverên cuda ên Tebqayê da destpêkirin.

​​​​​​​Li Tebqayê 23 hezar darên zeytûnê tên çandin
​​​​​​​Li Tebqayê 23 hezar darên zeytûnê tên çandin
​​​​​​​Li Tebqayê 23 hezar darên zeytûnê tên çandin
​​​​​​​Li Tebqayê 23 hezar darên zeytûnê tên çandin
29 ÇILE, 2022   10:23
TEBQA

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê armanc dike, rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne. Ji ber wê ev proje da destpêkirin da ku zeviyên di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de hatibûn wêrankirin, careke din tê de daran biçîne. Deverên ku dê di çarçoveya projeyê de bi daran werin çandin ev in: Ebû Qibê hezar û 418 donim, Hemam hezar û 800 donim, Kerîn 9 hezar donim û Tiwêhne 3 hezar donim.

Têkildarî mijarê hevseroka Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Cîhan Elo ji ajansa me re axivî û got: “Em ji projeyê armanc dikin rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin, pêwîstiya sûka herêmê û şêniyan a ji zeytûnê peyda bikin.”

Cîhan Elo wiha domand: “Heta niha li Kerînê 4 hezar dar zeytûn, li Tiwêhne 15 hezar dar hatin çandin û hîna proje berdewam dike.”

Cîhan Elo destnîşan kir ku ji bo avdana şitilan û daran wan li Ebû Qibê 2 depoy çêkirine. Elo bang li şêniyan kir ku alîkariya wan bikin ji bo ku proje bi ser bikeve.

Tê payîn ku biharê proje li Tiwêhne û Kerîn bi dawî bibe. Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê dê piştre projeyan ji bo çandina berhemên zivistanê bide destpêkirin.

(şx)

ANHA